Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li  dijî DAIŞ´ê Ryan Dillon li ser pirsa heke Tirkiye operasyonê bibe ser Efrînê, Emerîka dê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) biparêze yan na, got: "Heger hûn bi DAIŞê re şer nakin û bi me re ji bo heman armancê nexebitin; hûn nikarin piştgiriya hevpeymaniyê bistînin."

Rojnamevanekî bi bîr xist ku hin şervanên QSD´ê yên ku li Reqayê dijî DAIŞ´ê şer kiribûn û derbasî Efrînê bûn û ji Dillon pirsî, gelo Tirkiye wê li Efrînê operasyonê bike û ji bo vê tu planek heye an na? Li ser vê pirsê Dillon got, li ser mijarê ti agahiyeke wî nîne. Dillon bal kişand ser QSD´ê û got: "Li vê derê jî şirîkê me QSD ye. Ew jî Kurd, Êzîdî, Ereb, Mesîhî ne ku ketine bin vî banî."

Dillon li ser pirsa şervanên QSDê yên berî niha bi Emerîkayê ra beşdarî operasyonên DAIŞ´ê bûne, lê ji bilî DAIŞ´ê heke bi hêzeke din re şer bikin, berpirsiyariya hevpeymaniyê heye ku van jî biparêze, got, "Em dê şirîkên xwe yên ku bi DAIŞ´ê re şer kirî, biparêzin.”  


NAVENDA NÛÇEYAN