SEYÎD EVRAN / ANF / SILÊMANÎ

Tê dîtin ku rageşiya di navbeyna DYE û Îranê de bi lez ber bi şerekî ve diçe. Ti guman li ser tine ku di vê pêvajoyê de rola Iraqê ew e ku bibe baregeheke navendî.

Krîza di navbeyna Îran û DYE’yê ya ku giran dibe herî giran li Iraqê tê hîskirin. DYE welatiyên xwe derdixîne, Elmanya û Holandayê xebatên perwerdehiya eskerî yên li Iraqê û Başûrê Kurdistanê rawestandin.

Piştî ku DYE yekalî ji peymana Enerjiya Nukleerê ya bi Îranê re vekişiya û ambargoya li ser Îranê jidand, dema ku mirov dêhna xwe bide haziriyên van rojên dawî wiha xuya dike ku ber bi şerekî ve diçe.

DYE’yê miefiyeta petrolê ya li ser Îranê ya ku ji bo 8 welatan nas kiribû 2’yê Gulanê qedand, ji bo hêzên alîgirên Îranê gotin, “Li Iraqê li dijî hêzên me haziriyên êrişê hene” û rageşî û krîza bi Îranê re anî qonaxeke din. Piştî vê daxuyaniyê Wezîrê Berevaniyê yê DYE’yê Mîke Pompeo serdaneke surprîz li Iraqê kir, bêyî ku daxuyaniyekê bide ji Iraqê veqetiya. Piştî vê serdanê, DYE’yê balafirên şer ên B52 şandin ku heta niha tenê di şerê Viyetname de hatine bi kar anîn. Piştre jî nûçe derketin ku wê keştiyên şer bişînin. Nûçeya dawî her çendî ji hêla Serokê DYE’yê Donald Trump ve li derewê hatibe qeliband jî nûçeyên ku dibêjin wê 120 hezar eskeran bişîne Iraqê berbelav bûn.

Îranê li dijî haziriyên DYE’yê ragihand ku wan wan peyman betal kiriye û wiha bersiva da DYE’yê û welatên Ewrûpayê. Li ser vê Fransa, Elmanya, Îngîltere û gelek welatên Ewrûpayê dane pey biryara DYE’yê ya li ser Îranê. Îranê şer li ber welatên Ewrûpî danî ku rojê 1.5 milyon warîl petrol bifiroşe wê vê biryarê nestîne û li ser vê jî, di serî de Fransa, Elmanya, Holanda û welatên din ên Ewrûpayê di helkefteke dijî Îranê de li cem DYE’yê helwêst diyar kirin.

Beriya Îranê li Iraqê

Ev bûyer nîşan didin ku krîz ber bi şerekî herêmî ve diçe. Dema ku mirov bala xwe bide ser bûyerên van 3 rojên dawî, krîza di navbeyna Îranê û Iraqê de ku ber bi şerekî ve diçe, navenda wê jî Iraq e. Beriya bi sê rojan Wezareta Karê Derve yê DYE’yê bang li hemû personelên dîplomatîk kir da ku yên ne bi peywireke lezgîn in, ji Iraqê derkevin. Hêzên Çekdarî yên Elmanyayê xebatên perwerdehiyê yên Iraq û Başûrê Kurdistanê rawestandin.

Piştî vê biryara Elmanyayê, Holanda jî bi demeke kurt ragihand ku heman biryar daye, ku pisporên eskerî yên Holandî mîna pisporên eskerî yên Elman perwerde didana hêzên eskerî yên Iraqê û Başûrê Kurdistanê. Tê gotin, piştî ku Îran biryar da ku peymana nukleerê 60 rojan betal bike, ev biryar hatiye wergirtin.

Ev bûyer nîşan didin ku krîz beriya Îranê, li Iraqê ber bi şerekî ve diçe. Lîderê Tevgera Sadr, Mukteda El-Sadr beriya bi du mehan tehlûke dîtibû û gotibû, “Heke DYE li dijî Îranê bixwaze me bide şerkirin, sefareta wê wê bibe hedefa êrişan”. Tê gotin, Sadr peyama, “Iraqê tevî şerê Îranê neke lê tu çi dikî bike” daye DYE’yê.

Li hêla din jî rejîma Îranê jî haziriya şerekî dike. Beriya bi sê rojan Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî melayên Ereb ên li Belûcistan, Xuzistanê û yên Kurdên Sunî ku li Rojhilat dijî anîn cem hev, derbarê krîzê û şerê pêkan agahdarî da û ji bo Îranê xwest ku yekîtiyê ava bikin.

Her wiha bi krîzê re li Îranê krîza aborî jî heye, li bara pereyê Îranê dolar nirxê wê pirr rabû

S-400 û Iraq

Roja ku rageşiya li Îranê pir zêde bû, serokwezîrê Iraqê Evdilmehdî li ser vexwendina Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan li Enqerê bû. Ev yek bû mijara nîqaşan.

Roja ku Evdilmehdî li Enqerê bû Sefîrê Moskovê yê Iraqê li ser kirrîna S-400’an daxuyaniyeke balkêş da û got, ‘’Iraq jî wê S-400’an bikire”. Piştî vê daxuyaniyê hate gotin, gelo Tirkiye wê moşekên S-400’ li Iraqê bi cih bike.

Li ser bûyereke wiha, nayê zanîn bê ka Îran û DYE wê çi helwêstê nîşan bidin. Her wiha diyar e ku DYE wê nexwaze ku moşekên S-400’î li Iraqê werin danîn.

Dema ku mirov van tiştan hemûyan tîne cem hev tê dîtin ku pêvajoya di navbeyna DYE û Îranê de bilez ber bi şerekî ve diçe û rola baregaha navendî dane Iraqê. Tê dîtin ku DYE mudaxeleyî Îranê bike, şer tenê wê bi Îranê re sînordar nebe, bûyerên li Iraqê vê nîşan didin. Nêzîkbûna Tirkiyeyê û Iraqê ya van rojên dawî nîşan dide ku di şerekî pêkan de ev ê bandora xwe pêşî li Tirkiyeyê bike. Herêm ber bi şerekî nû ve diçe. Ev hemû dane nîşan didin ku piştî Remezanê wê bûyerên girîng rûbidin.