DYE wê leşkerên Qibrisê perwerde bike
Wezîrê Karê Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo got, ji bo aramiya rojhilatê Derya Spî wê leşkerên Qibrisê perwerde bikin.
Karên sondajê yên Tirkiyeyê ku bi rengekî neqanûnî li rojhilatê Derya Spî dike û hewldanên wê yên dagirkirina Lîbyayê û ji bo bidestxistina çavkaniyên gaza li herêmê dike, aloziya li herêmê zêde dike.
Di demeke welê de Wezîrê Karê Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo ragihand, ku di navbera DYE û Qibrisê de di çarçoveya "Berfirehkirina têkiliyên ewlehiyê" de Wezareta Karên Derve yekemcar ji bo perwerdekirina leşkerên Komara Qibrisê fonek veqetandiye.
Pompeo li Washîngtonê di civîna çapemeniyê de ragihand ku wê leşkerên Komara Qibrisê ya Yekîtiya Ewropayê perwerde bikin û got, "Ev gav ji bo piştgiriya bi aramiya li rojhilatê Qibrisê, beşek ji hewldanên me yên ji bo xurtkirina têkiliyên bi hevkarên me yên herêmî re ye."
Perwerdeya leşkerî ya navborî weke parçeyek ji Bernameya Perwerde û Fêrkariya Leşkerî ya Navneteweyî ya DYE'yê tê dîtin. NAVENDA NÛÇEYAN