Ofîsa Serokwezîrtiya Iraqê doh ragihand: “Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi şandeyek payebilind re îro serdana bajarê Kerkûkê dike. Wê li gel Walîtî û YNK’ê hevdîtinê bike.”

Du mijarên sereke di hevdîtinan de hatin gotûbêjkirin ku ew jî destpêkirina operasyona rizgarkirina Hewîceyê û çawaniya şandina petrola Kerkûkê ji bo derveyî welat in. Ebadî serdana hin bereyên şer ên li Kerkûkê jî kir, dîsa vegeriya Bexdayê.


ROJNEWS / KERKÛK