Piştî ku Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî ferman da ku mehkûmên DAÎŞ‘î yekser bên darvekirin, 12 kes bi dar ve hatin kirin.
Serokwezaretiya Iraqê ragihand, piştî ku Ebadî roja Pêncşemê ji bo îdamê ferman da, 12 ji ‘terorîst’ên bi cezayê îdamê hatibûn mehkûmkirin, bi dar ve kirine. Hate gotin, cezayê van kesan zelal bûbû û ji aliyê Serokkomariyê ve jî hatibû erêkirin.
Dewleta Iraqê du roj piştî ku cenazeyên 8 kesên di destê DAÎŞ‘ê de dîtin, 12 mehkûm bi dar ve kirin. Çeteyan li ser kesên revandî dîmenek weşandibû û gef xwaribûn ku eger DAÎŞ’iyên jin ên girtî neyên berdan wê rehîneyan bikujin.
Ebadî jî weke bersiv ji dîtina cenazeyên 8 kesan, ferman dabû ku DAÎŞ‘iyên ku cezayê îdamê yê li wan hatiye birîn bê îdamkirin. Li Iraqê li zêdeyî 300 çeteyên DAÎŞ‘ê ku 100 ji wan biyanî ne cezayê îdamê hatiye birîn.
BEXDA