Çav li rê ye ku Serokwezîrê Iraqê Ebadî îro biçe Enqereyê û bi serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim re rûnê.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Tirk de, di hevdîtinê de wê mijarên, zêdekirina hevkariya di navbera Tirkiye û Iraqê de û referandûma li Başûrê Kurdistanê bên nirxandin.

Di cotmeha 2016’an de, ji ber ku dewleta Tirk bi desteka PDK’ê eskerên xwe li Başîkayê bi cih kirin û zext kir ku tevlî operasyona Mûsilê bibe, têkiliyên Tirkiye û Iraqê qels bûbûn.

Iraqê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî giliyê Tiriyeyê kiribû û Serokkomarê Tirk Erdogan jî ji Ebadî re gotibû, “Tu ne di asta min de yî.” Bînalî Yildirim jî ji Ebadî re gotibû, “Tu destpêkê xwe bike dewlet.”

Di krîzê de PDK’ê jî piştgirî dabû Tirkiyeyê. Lê belê piştî referandûma li Başûrê Kurdistanê, Tirkiye û Iraqê nakokiyên xwe danîn aliyekî û bi vî rengî operasyona li dijî Kerkûkê dest pê kir. 



NAVENDA NÛÇEYAN