Heyder Ebadî li Bexda di civînekî çapemeniyê de bal kişand li ser hêzên Tirk yên li Başîka û da xuyakirin ku Tirkiyeyê serweriya xaka Iraqê binpê kiriye. Ebadî diyar kir ku hêza Tirk ên Başîka bê daxwaza hikûmeta Iraqê li ser xaka Iraqê ne û got ku ji ber vê yekê jî em careke din daxwaz dikin li ser xaka Iraqê derkevin.

Ebadî ragihand ku hikûmeta Iraqê çend caran daxwaz ji welatên cîhanê û Ereb kiriye ku zextan li hikûmeta Tirkiyeyê bikin da ku hêzên xwe ji Iraqê vekişînin.


 Barzanî temînat daye!

Ebadî bal kişand li ser operasyona Mûsilê û ragihand ku Mesûd Barzanî jê re gotiye ku niyeta Kurdan li ser desteser kirina Mûsilê nîne û got “Mesûd Barzanî ji min re diyar kir ku çavê Kurdan li ser  desteserkirina Mûsilê nîne. Weke hikûmetê em daxwaz ji hemû pêkhateyan dikin ku hevkar bin ji bo dîtina rêyekê, ji bo rêvebirina Mûsil a piştî rizgarkirina ji destê DAIŞ’ê.” 


BEXDA