Sekreterê Giştî yê Partiya Demokratî ya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Hemîdê Hecî Dewrêş (89) doh li Qamişlo koça dawî kir.
Komîteya Navendî ya Partiyê ragihand, cenezayê Hemîdê Hecî Dewrêş wê îro saet li 10:00´an li gundê wî Qurmaniyê yê girêdayî bajarê Dirbêsiyê were veşartin.
Komîteya Navendî ya Partiyê da zanîn ku serdanên sersaxiyê 3 rojan bêne qebûlkirin.
Rêveberiya Xweser sersaxî xwest
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo koça dawîn a Sekretêrê Giştî yê Partiya Demokratîk a Pêşverû a Kurd a Sûrî, peyama sersaxî da.
Rêveberiya Xweser di peyama xwe de sersaxî ji malbatê û gelê Kurd re xwest.
Peyama sersaxiyê wiha ye:
“Bi boneya koça dawîn a Sekretêrê Partiya Demokratîk a Kurdê Sûrî, mamoste, têkoşer û kesayeta neteweyî Abdulhemîd Derwîş, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sersaxiyê dixwaze.”
Sekreterê Giştî yê Partiya Demokratî ya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Hemîdê Hecî Dewrêş (1930) ji gundê Qurmanî yê girêdayî navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê ye.
HESEKÊ