Par di 20'ê Tîrmehê de ji ber êrîşa bombeyî ya li hemberî ciwanên Federasyona Ciwanên Şoreşger Sosyalîst (SDGF) ên ji bo biçin Kobanê li Pirsûsê civiyan, 34 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Di salvegera yekemîn a komkujiyê de SDGF'ê ji bo ronîkirina komkujiyê li Kurdistan û Tirkiyeyê kampanyayek da destpêkirin.
Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon) jî li gel vê kampanyayê bi dirûşma "Edalet ji bo Pirsûsê, edalet ji bo her kesî" li Ewrûpayê kampanyayek da destpêkirin. Kampanya wê heta 20'ê Tîrmehê dewam bike û îmzeyên piştî kampanyayê werin berhevkirin, wê radestî Konseya Ewrûpayê werin kirin. Hevserokê AvEG-Konê Bakî Selçûk li ser kampanyayê got, ew ê li gelek bajarên Ewrûpayê çalakiyan li dar bixin, îmzeyan kom bikin, raya gitşî agahdar bikin û bixwazin berpirsyar werin darizandin.
Li ser rêya piştgiriya Kobanê
Bakî Selçûk bi bîr xist, kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayî ji bo tevlî karê avakirina Kobanê bibin kom bûbûn û got, "Ciwanên SDGF'yî ji bo bibin pirek di navbera gelên Tirkiyeyê û gelê Kurd-Şoreşa Rojava de, par kampanyayek dabûn destpêkirin. Ev kampanya bi şiyara 'Me Kobanê bi hev re parast, em ê bi hev re ava bikin' dihat meşandin. Lê mixabin DAIŞ'ê û dewleta Tirk bi hev re di 20'ê Tîrmeha 2015'an de komkujiyek pêk anîn. Piştî komkujiya Pirsûsê li gelemperiya Tirkiyeyê hin rêze komkujiyan rû da. Komkujiyên li Amed, Enqere, Stenbol, Roboskî û herêmên din ên Tirkiyeyê, xerakirin û şewitandina bajaran, li Cizîrê şewitandina mirovan bi saxî li me ferz dikin ku em têkoşîna xwe ya edaletê hê bi xurtî bimeşînin."
'Ewrûpa esaretê didi Tirkiyeyê'
Bakî Selçûk da xuyakirin, ku ji bo nepenîtiya li ser dosyayên komkujiyê bê rakirin û berpirsyar werin darizandin, wan ev gerîna li edaletê ya li Tirkiyeyê derbasî Ewrûpayê kiriye û got, "Ji aliyê leşkerî û siyasî ve destekê dide dewleta Tirk. Bi peymanên qirêj ên li ser penaberan tên kirin re cesaretê dide dewleta Tirk û ji aliyê madî ve xurt dike." Selçûk her weha balkişand girtina siyasetvanên Kurd li Elmanyayê jî û weha dewam kir: "Ev hemû bê edaletî ye. Li dijî van em li Ewrûpayê kampanyayê dimeşînin."
Di roja dawiyê ya kampanyayê ango 20´ê Tîrmehê de wê çalakiyên girseyî li seranserê Ewrûpayê werin lidarxistin.
BERLÎN