Edalet nebe aştî nîne
Li seranserê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) piştî ku polîsekî nijadperest George Floyd ê reş, bele sebeb û bi şideteke hovane fetisand, protestoyan dest pê kir. Doh û îro li seranserê DYE’yê çalakî hebûn û doza edaletê hat kirin. Di çalakiyan de destwerdana dijwar a polîsan derkete pêş. Lê çalakiyên li Minneapolîsê, li bajarê ku George Floyd lê hat kuştin yên herî mezin bûn. Çalakgeran qereqola polîsên nijadperest lê wezîfe dikir jî şewitand.
Di nava vê pêla çalakiyan de serokê DYE’yê Donald Trump rabû rexne li şaredarê bajêr girtin û heqaret li çalakgeran kirin. Çalakiyên li dijî nijadperestiyê ji New Yorkê heta bi Denverê, ji Memphisê heta bi Los Anglesê belav bûn û çalakgeran doza edaletê kir. Polîs li gelek deveran dest werda çalakiyan û bi dehan kes kirin nezaretê.
Doh bi şev xwepêşandêran xwe berda sikak û kolanên Minneapolîsê. Piştî wê bi çend saetekî, wan qereqola polîsan ya li ser rêya Prencict girt. Wan gotinên dawî yên George Floyd “ez difetisim” û “edalet nebe aştî nîne” gotin. Li gorî îdîaya polîsan, piştre jî wan agir bi avahiya qereqolê xist. NEW YORK