Çalakgera avhewayê Sarah Haenßgen a ji bajarê Elmanyayê Frankfurtê berê ji bo balê bibe ser krîza avhewayê, ketibû greva birçîbûnê. Wê beriya niha jî ji bo piştgiriya Leyla Guven ji bo piştgiriyê greveke birçîbûnê di ser xwe re bihurandibû. Ew dibêje, “Fikra greva birçîbûnê ji bo têkoşîna bi rewşa hundir re derket holê, me xwest em bibêjin, nabe em bi vê kêliyê ve asê bimînin, divê em gaveke din ber bi pêş ve biavêjin. Me wekî din xwest ku çalakger bi hev re ji nû ve minaqeşe bikin ka ew edaleta avhewayê dikarin çawa û bi kîjan amûran bi dest bixin.”

Sarah a ciwan dibêje ew nikare li ser navê temamê Fridays for Future bipeyive, lê ew ji tevgera Young Struggle û li ser navê xwe û vê tevgera hanê ew dibêje, “Di warê edaleta avhewayê de em nêzîkî armanca xwe ya guherandina berxwedanê bûne. Lê belê berê vê yekê wê bi demê re eşkere bibe.”

Bê fedakarî şoreş nabe

Li hemberî rexneyên li greva biçîbûnê ew dibêje, “Helbet ji bilî greva birçîbûnê jî ji me re amûr lazim in. Çawa ku Kurd jî wê ji min re bibêjin, xebera te ye; bê fedakarî şoreş nabe. Siyasetvaniya weke hobî di nava çepê Elman weke rûmetekê nîşan didin, û bi ya min ev meyleke bi tehlûke ye.”

Ew dibêje, ji armancên wan e ku tevgerê bi tevgera karkeran re bigihînin hev: “Sala bê em ê çalakiyên mezin li dar bixin. 1´ê Gulanê çalakiyeke dêwane wê pirr baş bûya. Lewma yek ji gavên mezi ên li pêşiya me mezinbûna tevî tevgera karkeran e. Û bi ya min divê em bi greveke siyasî têbikoşin.”

Ji Tirkiyeyê zext li wan bûye

Fikrên xwe û Young Struggleê yên li ser Rojava jî Sarah Haenßgen rave dike û wekî din behsa zexta ji Tirkiyeyê li tevgera Fridays for Future jî dike: “Ji bo min Rojava nimûneyek e ku nîşan dide şoreş mumkin e. Em dikarin ji Şoreşa Rojava hînî gelek tiştan bibin. Lê belê di dema dagirkeriya dewleta Tirk de baskê Fridays for Future ê Tirkiyeyê li pêşiya çalakiyên me yên piştgiriyê bû asteng. Wan zext li me kir, wan got, heger navê tevgerê bi Rojava re bê hildan, li Tirkiyeyê bela wê bê serê wan. Dîsa jî bi bêhtirî 100 komên cihî û li 20 bajaran me roja çalakiyê û daxuyaniya piştgiriya bi Rojava re karî bidin. Em karê xwe ji bo Rojava dewam dikin, û em hewl didin awira şoreşger a ku Şoreşa Rojava daye me li tevgera xwe zêde bikin.”

 

FRANKFURT