Di van sih salên dawiyê de xwînxwarî, cinawirî û hovitiya li cihanê nayên nasîn, li Kurdistanê pêk anîn. Di dema serkariya AKPê de çar general û du serker di bin navê Ergenekonê de girtin, qaşo bi wê aliyekê dewleta xwe pak û paqij kirin(!?). Niha dixebitin ku qirêjiya mayî jî bi destên nekesên nexweş ên salxurifî bavêjin ser Tevgera Azadî, bi wî awayî ji bin wî barî derkevin. Ev tiştên di vê roja me de diqewimin li ser vê bingehî ne.
Lê hê jî dest ji xwînxwariyê bernedane, wê wer zû jî bernedin, bi dîtina min hetanê derbeyeke mezin nexwin jî bernadin. Ew vê kirîza li cihanê ya aborî û guhertinên li Rojhilata Navîn wek firsend û keysa pêkhatina dema mij û dûman dibînin. Dixwazin di nava vê aloziyê de bigihîjin armancên xwe. Lema bi dehan zarok kuştin, Kuçeyên bajarên me guheztine qada şer, bi gaz û bombeyan dest bi komkujiyan kirin, wek mînak; Roboskî nîşana vê ye. Lîstik, zexelî, bêbextî bi destê çapemeniya erkê şerê psîkolojîk wergirtiye, tê meşandin.
Di warê dadweriyê de jî dada Fethullah ku bi zimanê gundiyên me ‘edaleta Feto’ xistine qada jiyanê. Ne dîn e ne îman e, merhemet û wîjdan di bêrîka kalikên wan ên nayên zanîn de maye. Ji xwe ji hiqûqa navnetewî ji vir û mala Xwedê dûr in. Li aliyekî hima bigire; her Kurdê ku di warê siyaseta civakî de gavekê bi nirx avêtiye û neketiye xizmeta wan, bê egerekî digirin, ango qirkirina siyasî pêktînin. Li aliyê din dikujin.
Dadgehên wan ên wek celatên talanker, êdî bi awayekî fermî û yasayî rasterast hiquqa nevnetewî bin pê dikin û dest datînin ser heyîyên kesên ji ber zulma wan revîne derveyî welêt. Li gor nûçeyên vê dawiyê; dest tatînin ser heyîyên sih û yek kesî ku piraniya wan endamê KNK ne. Ji wan yekî jî çekekî negirtiye destê xwe, tenê xebitîne ku bi riya siyasî daxwaziyên gelê Kurd bînin ziman, nîvê yekê wan demekê parlamenter bûn.
Wer xuyaye, ji ber ku talan û şêlandina wan hê têr nake, jixwe ev çendekî bû ku li ser yasayekê ji bo destdanîna ser mal û melalên kesên welatparêz, dihate nîqaşkirin. Dada wan a Fethullahî yan jî Feto berê yasa derkeve ev pêkanî.
Eger wan kesên mal û melalên wan hatine desteserkirin, bi şaşî ba jî, kevçiyekê mehîra AKPê vexwaribana, ketibana xizmeta wê partiyê û Fethullahê kafir, li dijê tevgera azadî gotinên xirab gotibana, dê tu ceza nedana wan û ew ê ji bi serbestî biçûna welêt, bi hêla wezîrê ji bo YE berpirsiyar Egemen Bagis ve bihatana vexwendin.
Ne tenê qaşo dadgehên wan, ew komisyona edaletê ya meclisê (ku ji pêşniyarên Birêz Ocalan hatiye girtin û naveroka wê hatiye valakirin) jî, hima bigire heman tiştî, yan jî heman bêdadiyê dike. Bang gundiyên pîsî bi wan hatiye xwarindayîn, nakin! Bang dayîkên şemiyê nakin! Bang kesên gundên wan hatiye kavîlkirin û sotin, nakin! Bang kesekê ji gundê Roboskiyê nakin! Bang dayîka Ugur nakin! Bang bavê Şerzan Kurt nakin! Tenê bang kesên li gor avşo û şujiya AKPê hatine qiremkirin dikin! Bang kesên ketî, yan jî şahîdên ji kesayetî keto, kesên destê xwe şil û zuhanekirine, kesên li Stokholmê li ber maseya mey li kêfa xwe nêrîne, niha jî ketî xizmeta wan, dikin!
Kesê AKP bang wan kirine yek jî K. Burkay e. Ev kes bi salan e, wek sêlikekê xirabûyî, tim heman tiştî during (pirrbare) dike û disekine. Min çend caran di TV yan de ew gohdarikiribû. Hima çawa çavê wî li mîkrofonê dikeve, ew sêlika wî ya xêz bûye, vedigere tê li ser mijara PKK’ê radiweste û ji cize cizê nafilite. Welo spîker jê nepirse jî, ew dîsa wê gotina xwe dibêje. Êdî ev ji kelecanê ye, ji psikolojiya wî ya alerjîk e, ji temenê wî yê ji bo mêjî xeter e, çi ye, ez nizanim. Cihan guherî, pêşketinên nû derketin, hemû partiyên Kurdistanî nêzîkê hev dibin, ew hîna wê kilamoka xwe dibêje. Êdî mirov ji vê re sêlika xêzbûyî, wek wî efserê japonî ye di giravekê de asê mayî û pênce sal dû re hê di nava sendroma şer de dijî, bibêje! Yan jî vê wek elametekê evîna AKP’ê û bêhna rantê bibêje!
Dibe ku ew ji ber temenê xwe yê krîtîk hay jê nebe ku AKP ew ji bo hin armancên xwe yên kirêt vexwendiye û niha wî bi kartîne. Lê wê di demeke nêzîk te rastiya vê bi xwe derkeve, dê AKP wî bavêje û tew lê xwedî jî dernekeve!
Dê cihan jî rabe, êdî trêna azadiyê bi rê ketiye, nêzîkî li hedef û armanca xwe kiriye. Wê ne edaleta Feto, ne jî şahidiya keto bikane pêşî li rastiyê bigire.