
Di hemû şoreşên cîhanê de rola hunerê û edebiyatê timî pir girîng û mayînde ne. Di serdemên şoreşan de pêwîstî bi edebiyata şoreşgerî heye. Şoreş heke li hemberî dermanekî têdikoşe, wê demê heke edebiyata wê nebe, dê lewaz bimîne û wê şoreş nebe dîroka civakê û wê pêşerojeke ji jiyanê re pêş nexîne. Romanên ku di cîhanê de di serdemên şoreşan de pêş ketine jî hemû ji bo pirsa ‘çawa jiyîn’ bi pêş ketine.
Edebiyat tişta ku dike wê şoreşa wekî çirûskek e, dike agirek gur û di dilê her kesê de vêdixe. Şoreş pergala heyî bi awayekî rasterast qebûl nake û dest bi têkoşîna xwe dike lê edebiyat wê jiyana ku nayê qebûlkirin kîjan e, ezeztiyê bi awayekî tund rexne dike. Ji bo jiyaneke nû kesayeteke çawa pêwîst e diyar dike, sextekariyên ku tên kirin aşkera dike. Lewre edebiyat renxnegeriyek û avakirineke di ramanên mirovan de ye. Çawa ku şoreş ji bo hemû beşên civakê bangawazî ye; edebiyat jî xîtaba wan hemûyan e û wan ber bi jiyaneke nû ve dibe. Heke heta roja me ya îro dev ji jiyana kevn bernedabin hebe, ev jî pirsgirêka şoreşê nîne, ji ber ku tiştên dikevin ser milên şoreşê kirine, wê demê edebiyata me hîna jî rola jê tê xwestin nelîstiye û li civakê nedaye xwendin.
Edebiyat zimanê şoreşê ye
Em bala xwe bidinê di hemû romanên fransî û rûsî de baş tê xuyakirin ku hemû pêvajoyên xwe yên jiyanê çawa derbas kirine û mijara ‘qerektereke çawa’ baş tê de îfade kirine. Heke şoreşa me jî di roja îro de gihîştibe asteke bilind, divê bedewiya xwe bi edebiyatê bide nîşandan û karibe wê ji her kesê re bike mal. Edebiyat dema ku temsîla rastiyeke civakî bike, timî bala mirov dikişîne û ev yek berê mirov bêyî ku astengiya ziman hebe, dikişîne. Gelek berhemên edebî hene wekî hevokeke hevbeş a cîhanî ne, li hemû deran tên şopandin û xwendin. Lewre edebiyat di wareke din de dişibe şoreşeke serkeftî ku her kes berê xwe bidiyê û ji bo xwe wekî mînekeke şopandinê bigire dest.
Lewre nivîskar, M. Gorkî dibêje; “Edebiyat çavên gerdûnê yê ku her tiştî dibîne û diçe heta kûrahiya derûniya mirovan e.” Wê demê edebiyat gerdûnî ye û tu carî sînordar jî namîne, ji ber ku temsîla nirxên mirovahiyê û hestên wan dike. Dema ku em dibêjin gerdûnî ye, nayê wê wateyê ku ji rastiya gelê xwe dûr ketiye, yan jî biyan bûye û temsîla gelê xwe nake.
Edebiyatvan qasidê gerdûnê ne
Edebiyatger divê bi edebiyata gelê xwe bibe qasidê cîhanê û gerdûnê. Heke edebiyatek gelê xwe di nava tarîtiyê de bihêle; wê demê tu carî nabe gerdûnî û wê temsîla nirxên civakî jî neke. Heke ziman û exlaqê gelê xwe pêş ve nebe, wê nikaribe ji bo gelên din jî bibe mînakeke serkeftî û gel pê hişyar nebe. Mînak em li şoreşên Ewropayê mêze bikin, bi taybetî jî li ronesansê mêze bikin, rola wê di bingehê de rakirina ser piyan a gel e. Ji bo ku ji nava qeydên feodalîzmê rizgar bibe û têbikoşe, gelê xwe hişyar dike, di heman demê de dibe xwediyê tiwaniyên ku zanistê jî pêş bixin. Her çiqasî paşê bi vî navî nehatibe binavkirin jî rola wê ya yekemîn ew bû ku gelê Ewropayê ji nava tarîtiya ku hatiye çêkirin û ji wan şerên mezhebî, neteweyî û hwd, azad bibin. Lewre gelek edebiyatgeran di oxira vê de canê xwe jî dane.
Kesên wekî Nîestche, Roso û hwd. xwedî ked û roleke ku karibin temsîla dîroka xwe û ya gelê xwe bikin. Da ku şoreşa civakî pêk bê, van kesan dîwarên ku di ramanên mirovan de hatine lêkirin, rûxandin û bûn pêşengên têkoşîna ronakbûna gel. Di serî de bi xwe dest bi şoreşa di hestan de kirin û paşê di kûrahiya hestan de ev pêk anîn, bingehên şoreşê amade kirin û bûn pêşengên şoreşa zanistiyê. Edebiyatê timî ji bo zemînê şoreşê, di aliyê hizir û zîhniyetê de amadekariyeke gelekî girîng kiriye û bûye sedem ku bibe xwediyê wê rola ku pêşengiya jiyana azad bike. Ji ber ku edebiyat tu şêwazên desthilatdariyê napejirîne û di cihê xwe de nasekine. Heke edebiyatger di demên pêşengiya gelan de roleke wiha negirin ser milên xwe, wê demê mirov nikare bêje rola xwe ya dîrokî jî lîstine.
Edebiyat bi şoreşê re destpê dike
Dema ku şoreş dest pê dike tavilê edebiyat dikeve nava liv û tevgerê. Ji bo vê yekê jî divê ku beriya her tiştî mirov vê baş bizane, di mînakên cîhanê de edebiyat dest bi pêşengiya şiyariya gelan kiriye û wiha bi şoreşê re bûye zimanê şoreşê yê ku dengê xwe li hemberî hemû qeydan û bendan bilind dike. Edebiyat dengê şoreşê bilind dike û dema ku edebiyat vî dengî bilind dike dikeve ruhê civakê û wiha xwe mayînde dike. Heke ne wiha be çi qezencên şoreşê hebin jî wê nikaribin bibin malê civakê û wê di nava civakê de belav nebin. Ger şoreşek di xwenaskirinê de lawaz be sedem nelîstina rola edebiyatê ye. Heke em behsa modeleke civakî, jiyanek nû û neteweya demokratîk dikin; divê em ji mînakên berê tecrubeyan bigirin û wekî wan nekevin nava wê şaşîtiya ku wê berfireh nebe û nebe malê civakê.
Şoreşa bê edebiyat nabe
Jiyana komunal li gelek cihan ava bûye lê ji ber hêza dijwar a mêtingeriyê û edebiyata kêm di roja me ya îro de em kêm şûnpiyên wan dibînin. Şoreşên bê edebiyat wekî zarokên ku bê ziman hatibin dinyayê ne. Dîroka ereban jî bi giranî di serî de bi rêya ziman belav bûye û gihîştiye wê asta ku tê xwestin. Her tim di warê edebiyatê de xwe birêxistin kirine û karibûne bibin xwediyên wê tiwaniyê ku karibin xwe li her derê belav bikin û heta gelan jî bi ziman û çanda xwe asîmîle bikin. Di warê edebiyatê de mirov dibîne ku dîroka xwe jî bi rêya edebiyatê dane nivîsandin û hindik be jî bi ser ketine.
Lewre gelek destanên xwe nivîsandine, wiha xwe bi wê dîrokê her çiqas kêm be jî didin nîşandan. Heke ne wiha bûya wê di dema osmaniyan de bihatana helandin û asîmîlekirin. Ya din jî ew e ku di aliyê olî de karibûne zimanê xwe li her derê Rojhilata Navîn belav bikin û serwer bikin. Rewşenbîrên ereb çanda ereban parastine û gihîştandine vê astê. Heta roja me ya îro jî bi helbestên ku ji bo têkoşînê bibin egereke, bi zarokan didin jiberkirin û pêşeroja xwe wiha amade dikin. Kesayetên wekî Silêman Îsa ku helbestên wî di aliyê nijadî de xurt in, kesayetên wekî El-Bustanî û hwd. di pêşengiya neteweya ereb de roleke mezin lîstine. Lewre divê ku beriya her tiştî em bizanin ku şoreş û edebiyat timî bi hev re ne û timî serhildêriya wan ji bo azadiyê ye.
FEHÎMA DEŞTAN