Nivîskar Cîhan Roj bi navê “Edebiyata Modern a Kurdî” pirtûkeke dijîtal amade kir. Di pirtûkê de gelek nivîsên wî yên li ser wêjeyê hene. Li ser gelek pirtûkan jî nirxandin hene. Di pirtûkê de her wiha hevpeyvîna ku pê re hatiye kirin jî cihê xwe digire.
‘Rewşen’ û ‘Nifşê Nodî’, ‘Şêroşê Biro, Kandisky û Foucault’, ‘Di Memê Alan de bi dilan tê sond kirin’, ‘Konferansa nivîskaran a li Îzmîrê’ hin nivîsên di vê pirtûkê de ne.
Roj biryar da ku vê pirtûka wekî e-pirtûk de kesên eleqedar karibin jê sûde bigirin.
Nivîskar Cîhan Roj sala 1965’an li gundî Înaqa Gimgima Mûşê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn li Gimgimê xwendiye. Ji sala 1993’yan ve bi nivîsa Kurdî re elaqedar e.
Roj ji sala 1993’yan heya sala 1997’an li Mêrdînê, li sendîkaya kedkarên qada perwerdehiyê, wekî sekreterê perwerdehiyê rêveberî dike. Roj ji mamostetiyê malnişîn bûye, hê li Îzmîrê dijî.
Heta niha wî 14 pirtûk derxistine.
Kesên dixwazin dikarin ji navnîşana li jêr xwe bighînin pirtûkê:
http://diyarname.com/files/cihan-roj-edebiyata-modern-a-kurdi.pdf
NAVENDA NÛÇEYAN