Hunermend û parêzerên navçeya Çemçemalê diyar kirin ku rêzefilmên Tirkî yên ku tên dublajkirin û di kanalên Kurdî de tên weşandin bandoreke neerênî li ser civaka Kurd dikin. Wan daxwaz kir ku girîngî bi rêzefilmên Kurdî bê dayîn û rêzefilmên Tirkî neyên weşandin.
Ev çend sal in di kanalên Başûrê Kurdistanê de fêzefilmên Tirkî bi awayekî zêde tên weşandin, pirraniya van kanalan jî bêyî ku sînorek yan jî sansûr li ser hebe, van rêzefilman diweşînin. Ji ber ku rêzefilmên Tirkî bi armanceke diyar tên çêkirin, ji çand û adetên Kurdan jî dûr in; ew li Başûrê Kurdistanê rê li ber pirsgirêkên civakî û malbatî vedikin.
Qanûnan ji bo kontrolê çêkin
Derbarê pêşandana rêzefilmên Tirkî de Parêzer Derbaz Şiwanî got, guman di vê yekê de heye, ev rêzefilmên Tirkî bi armanceke hunerî hatibin çêkirin û li Başûrê Kurdistanê bên nîşandan: “Welatekî wekî Tirkiyeyê bi rêya van rêzefilman hewl dide çand, huner û zimanê Kurdî wenda bike. Ev hewldanek e ku ji dema Osmaniyan heta roja me ya îro dewam dike. Cihê xemgîniyê ye ku li Başûrê Kurdistanê jî gelek kanal bêyî ku sînorekî jê re daynin, van dramayan nîşan didin.”
Derbaz Şiwanî diyar kir ku di gelek dozên malbatî de dema ku hatine lêkolîn, derketiye holê ku rêzefilmên Tirkî yên dublajkirî bandor kirine li van malbatan. Şiwanî daxwaz ji Parlementerên Herêma Kurdistanê kir ku bi rêyên qanûnî rêgiriyê bikin, ji bo ku ev rêzefilmên Tirkî bi awayekî bê kontrol neyên weşandin.
Qîmet bidin hunerê Kurdî
Li ser heman mijarê Nivîskar û Senarîst Zirar Elî jî got, bê serûberiyek zêde di nîşandana rêzefilmên Tirkî, di kanalên Başûrê Kurdisantanê de heye: “Li Herêma Kurdistanê gelek kanal hene karê wan tenê nîşandana rêzefilmên dublajkirî yên Tirkî ye. Ev yek jî bandoreke mezin a nerrênî li ser civaka me çêdike. Li beramberî ev qas kanalan jî kanalek nîne ku girîngiyê bi rêzefilmên Kurdî bide.”
Zirar Elî got rêzefilmên Tirkî tesîreke xirab li ser civakê dikin û wiha peyivî: “Wekî ji hev cûdabûna jin û mêran, xiyanet li hevjîn an jî hevserê xwe kirin, diziya rêvebirinê. Ev tişt di demên berê de ta astekê di nava civaka me de kêm bûn, lê niha ne wisan e.”
Zirar Elî balkişand ser xemsariya ji bo bipêşxisitina rêzfilmê Kurdî jî û wiha got, “Ragihandina Kurdî girîngî bi hunerê rêzefilmên Kurdî nade.”
ROJNEWS / ÇEMÇEMAL