Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ozguneş nerazîbûn nîşanî êşkenceya li girtiyên li Girtîgeha Şirnexê û malbatên wan dide û dibêje, “Rawestandina pêkanînên dermirovî, erkekî mirovî ye.”

Girtiyên li Girtîgeha Şirnex a Tîpa T roja 6’ê Îlonê bi malbatên xwe re hevdîtin kir. Beriya ku hevdîtin temam bibe, li ser nîşana serketinê ya malbata Ayaz Avşar, Avşar Osman Beytûr û girtiyek din ê navê wê nehate zanîn li pêş çavê malbatan hatin derbkirin. Wekî din, dayik Teybet Avşar, dayika Beytûr û jina xizmê gitiyê din a navê wê nehate zanîn a ku nerazîbûn nîşanî vê hovîtiyê da, ji aliyê gerdiyanan ve hatin derbkirin.

Parlameterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş derbarê bûyerê de agahî dan û got, “Di hevdîtinên me yên bi gel re û kesên hatine berdan re, yek ji pirsgirêkan ew e ku pêkanînên derhiqûqî û zextên li girtiyên li Girtîgeha Şirnexê tên kirin. Bûyera herî dawî ya li girtîgehê, careke din nîşan daye ku li hemû girtîgehan bi heman şêweyî pêkanîn hene. Em ê van rûdanên li girtîgehan bikin rojev, di raya giştî de hestyariyê bidin avakirin.”

Ozguneş destnîşan kir ku derbkirin, heqaret, îhlalkirina mafê mirovan û ev pêkanîn ên derveyî hiqûq û rêgezên mirovahiyê ne û got, “Ne mimkun e ku em vê bêhiqûqiyê û bêexlaqiyê bipejirînin. Bi hincetên siyasî, mirov tên girtin û zindanîkirin. Ji bo vê, bidawîkirin û rawestandina van kiryarên dermirovî erkeke mirovahiyê ye.”

Ji berê ve dikin

Ozguneş ji bo binpêkirinên beriya niha li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê jî got, “Name nedan girtiyan, hevdîtina girtiyan a bi rêveberan re ji kêfa gardiyanan ve hiştin. Bikaranîna amûrên mîna şeh, pênûsbir û mîna wan li ser kêfa gardiyanan hiştin û hejmartina jinên pîr a li ser lingan jî kirin. Sînordarkirina xwendina pirtûkan, qûtkirina avê binpêkirinên din in.

Dema ku jinên pîr tercîha qawîşên siyasî dikin, ji aliyê gerdiyanan ve heqaret li wan tê kirin. Di cil û bergan de sînordarkirina hinek rengan tê ferzkirin.

Bicihkirina 20 kesan li qawîşên 12 kesî. Di dema hatina malbatan a hevdîtinê de heqaretkirin.”

 

Bigehê aramiyê dawîanîna li zextê ye

Parlameterê HDP’ê Hasan Ozguneş ji bo hewldanên xwe û partiya xwe jî got, “Wek HDP´ê hewldanên me wê dewam bikin ji bo rakirina, zext û bêhiqûqiyên li girtîgehan û di serî de pêkanînên der mirovî yên li Îmralî û şikandina pêkanînên zext û êşkence dîsa tecrîdkirinên li ti deverên cîhanê nînin. Ji holê rakirina pêkanînên derhiqûqî û tecrîdê bingehê avakirina aramî û aştiyê ya Tirkiyeyê ye.”

 

ANF/ŞIRNEX