Jinên Cezayirî li ser tora medyaya civakî li dijî çarşev û rûgirtinê, ku jê re amûra zextê dibêjin, kampanya dan destpêkirin.

Li Cezayirê çarşev qanûnî, ne ferz e, lê li gorî jinên ku li ser tora medyayê helwêst nîşan didin, zexteke civakî heye. Kampanya bi hashtaga ‘’Li Cezayirê girtiyên çarşevê’’ tê rêvebirin.

Kampanyaya azadiya lixwekirina cilûbergan, Sibatê dest pê kir. Li Îranê û Erebistana Siûdî ev bi mehan e ku kampanyayeke mîna vê tê rêvebirin.

Li Cezayirê çarşev weke prensîb, her çendî mîna tercîheke şexsî tê dîtin jî jin dibêjin, zexteke civakî li ser wan heye.

Nivîskar Cemîla Benhabîn a welatiya Cezayir-Kanadayê, li ser hesabê xwe yê Twîtterê, ku 30 hezar kes wê dişopînin, destepêka kampanyayê ragihand. Li gorî nivîskar ku ji malpera Franceinfo Afrique re axivî, ev hemû jinên li Rojhilata Navîn û Îranê, ‘’ji bo azadiya bedena xwe û ji bo azadiya ku servekirî bigerin’’ seferber bûne.

 

CEZAYÎR