EMÎNE EL-ELÎ / RUBA EL-ELÎ / ANHA / REQA
Piştî 5 salan, jinên Reqayê êdî cilên rengîn li xwe dikin. Beriya dagirkirina bajarê Reqayê ji aliyê çeteyan ve, jinên Reqayê bi cilên xwe yên folklorîk dihatin naskirin. Lê bi dagirkirina bajêr re, çeteyan rengê reş li hemû jinan ferz kir û rengên din li wan qedexe kirin. Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê, ji çeteyên DAIŞ`ê, jinên bajêr careke din li folklora xwe vegeriyan. Pazarên Reqayê bi cawên xwe yên baş, tên naskirin. Hemû jinên herêmên nêzî Reqayê berê xwe didin bazarên (sûkên) wê. Jina bi navê Fatime Mihemed ya ji bajarê Girê Spî ye li ser mijarê axivî û got, “Ez hatim Reqayê da ku cawan bikirim, ji ber ku cawên ku em li xwe dikin, tenê li bajarê Reqayê hene.” Jina dikandar ya bi navê Şahir El-Şemrî jî got, “Dema çeteyên DAIŞ´ê bajarê me dagir kir, bajar reş bû, rengê reş hatibû ferzkirin û çeteyan cawên rengîn qedexe kiribûn. Piştî rizgarkirina bajarê me, jinên bajêr rengên cuda dikirin û li xwe dikin.”