Carinan gotinek, carinan wêneyek an jî dîmenek dikare her tiştî li ber çavan raxe. Berî demekê li ser facebookê wêneyek hat parvekirin, leşkerekî devê çeka xwe xistibû serê gerîlayekî dîl û bi darê zorê ala Tirkan a di destê fermandarê xwe de pê dida maçkirin.
Li bin wêne nivîseke wiha hebû, “Va ye biratiya Kurd û Tirkan!” Li gorî baweriya min ev heqareta herî mezin e, li ala Tirkan û divê serê pêşîn Tirk tiştên wiha şermezar bikin. Ev kirin bi xwe re çi tîne? Rik û kînê, dijminatiyê tîne. Di salên 90’î de Xelîl Încesû karîkaturek çêkiribû, li wir jî yekî ji kesê li hemberî xwe re digot, “Stiriyek ketiye çavê min, gelekî diêşe ka lê binêre, tu nikarî derxî?!” Ew strî di dirûvê ala Tirkan de bû.
Di nav gel de dibêjin, “Bûye qîra qametê di me geriyaye.” Bi rastî meseleya me û vê dewletê jî wisa lê hatiye. Em nizanin çilo bikin. Destpêka hefteya çûyî Doza KCK’ê li Stenbolê dest pê kir, ez jî yek ji bersûcên wê me. Hemû bersûc an bi endamtiyê yan jî bi rêveberiya rêxistinê têne tawanbarkirin. Berê “alîkarî û hewandin” hebû, propaganda hebû, niha êdî her kes an endam e, an jî rêveber e, jê kêmtir nabe. Niha li gorî qanûnê kesên ku ne endam bin jî heke li gorî biryar û daxwazên rêxistinê tevgeriyabin, dîsa wekî endam têne cezakirin. Tu bala xwe didî tiştên ku wekî sûc û tawan têne destnîşankirin, hemû kar û barên siyasî yên demokratîk in; meş, mîtîng, daxuyaniya çapemeniyê, civîna partiyê hemû hincetên sûc in.
Ew çalakî qanûnî ne, lê kesên ku beşdar bûne, bi awayekî dibin endam û rêveberên rêxistineke çekdar. Bo nimûne hinceta endamtiya min, pêşkêşeya ku min li Akademiya Siyasetê ya BDP’ê daye, ew akademî hê jî vekirî ye, xebatên xwe didomîne, lê mamoste, rêveber û şagirtên wê girtî ne. Qala endamtiya rêxistina çekdar tê kirin, lê li holê ne çek hene, ne jî kesekî çekdar heye. De were vî kerî di vê bihurê re derbas bike. Li dadgehan dadger û dozger hene, lê dad tune. Ji ber ku kesên te didarizînin, te wekî neyar dibînin û bi vî çavî li te dinêrin, bi wî awayî jî tevdigerin. Ji ber vê yekê hemû daxwazên bersûc û parêzerên wan têne redkirin û hemû daxwazên dozger têne pejirandin.
Dozger jî dadger jî dadgeh jî ji bo parastina dewletê û bîrdoziya dewletê li wir in. Bi awayekî xwezayî bersûc dixwazin bi zimanê dayika xwe parastina xwe bikin. Dadger dibêje, “Na, ji ber ku Kurd ne kêmar in, Kurd avaker in, divê bi Tirkî bipeyivin.” Aqilê mirov qebûl nake, li gorî mantiqê dadger, heke bi rastî Kurd avakerê vê komarê ne, divê ne tenê bersûc dadger û dozger jî bi Kurdî bipeyivin; divê hemû dadgeh bi Kurdî be. Ji ber ku heke Kurd wekî hêmaneke avaker werin pejirandin, dema ku qala hin xalên peymana Lozanê tê kirin, dadger bi awayekî zelal dibêje, li gorî mercên wê demê wisa hatiye gotin, dixwaze bibêje avakerên komarê di mercên wê demê de ji bo xapandinê ev xal pejirandin, lê paşê tu caran pêk neanîn.”
Bi kurtasî dixwazin bi darê zorê Kurdan bikin Tirk, dema ku Kurd li ber xwe didin hingî dest bi dek û dolaban dikin. Lê belê her wekî pêşiyên me gotine, “Êdî diz û xwediyê malê bi hev hesiyane.”
Êdî em dev ji dek û dolaban berdin, binêrin li gorî anketên ji hêla şîrketên nêzî desthilatiyê ve hatine kirin, rêjeya Kurdên ku xweseriya demokratîk dixwazin ji sedî 56, di rastiya xwe de ev rêje bilindtir e. Niha rêjeya Kurdên ku statûyê dixwazin ji sedî 80 ye. Tiştekî ku ez bi xwe pê dîn û har dibim jî ev e; “ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê divê Kurd Tirkan qanî bikin.” Çima?
Çima dê Tirk çarenûsa zimanê me diyar bikin? Heke ew dixwazin bi me re bijîn, divê ji bo zilm û zora heta niha hatiye kirin lêborînê ji Kurdan bixwazin û wekhevî û yeksaniyê qebûl bikin. Heke biratî be, biratî wisa dibe, ewa din zordestî ye û êdî Kurd zordestiyê napejirînin.
Êdî diz û xwediyê malê bi hev hesiyane