Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî got, ‘’Me destwerdanek li siyasetê kir. Ev bersivek li siyaseta dubendiyê bû. Hewldana çêkirina Rêya Sisiyan bû. Niha dema birêxistinkirina wê ye.’’
Sezaî Temellî li Kongreya 4’an a ESP’ê ya li Enqerê axivî. Wî bal kişand ser hilbijartinên 23’yê Hezîranê û 31’yê Adarê û got, ‘’Bi van hilbijartinan me îtîraza herî xurt kir. Me bersiva herî xweş da vê hişmendiya ku gelên Tirkiyeyê mehkûmî siyaseta rageşiyê dike. Me destwerdanek li siyasetê kir. Ev bersiveke li hemberî siyaseta dubendiyê bû. Hewldana çêkirina Rêya Sisiyan bû. Niha dema birêxistinkirina wê ye. Li dijî hişmendiya yek reng, birêxistinkirina pirrengiyê, ji bo ku bi hişmenidya siyasî ya pirranî re bigihe hev, hewceyî bi têkoşînê heye. Em dikarin vê bikin.’’
Tesfiyekirina mekanîka darbeyê
Temellî paşê got, li dijî vê hişmendiyê ya ku mekanîka darbeyê kêm nake, pêdivî bi destwerdaneke siyasî heye ku vê mekanîka darbeyê tesfiye bike, jiyaneke azadîxwaz, wekhev û demokratîk ava bike: ‘’Divê em dest bi pêvajoya hûnandina destûreke demokratîk li ser zemînekî lihevkirinê bikin ji devereke ku hemû beşên civakê digihîne hev. Ev, îtîrazek e li dijî hişmendiya yek reng. Ev îtîrazek e li dijî senteza Tirk-Îslamî ya ku ji Destûra 1924’an ve li ser me tê ferzkirin. Niha dema wê ye ku em birêxistinkirina vê îtîrazê li kuçeyan, li taxan birêxistin bikin. Em bi vê bawer in. Divê em zemîna muzakereya destûra demokratîk ku, di Mutebeqata Dolmabahçayê de me çarçoveya wê daniye, Rêzdar Ocalan bi peyamên dawî dîsa watedar kiriye û banga wê kiriye, ava bikin.’’
Temellî paşê jî wiha axivî: ‘’Em dixwazin siyaseteke nû ava bikin ku bi demokrasiya cihî hatiye qeyîmkirin, hemû gel karibin bi mafên xwe hebin. Em behsa pergaleke nû ya parlamenter dikin. Ew a ku qewlê wê dide ku hişmendiya xweseriya demokratîk li sazî û dezgehan pêk bîne. Ev ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo Rojhilata Navîn hemûyî ji bo gelan wê rê li ber aştiyê veke.’’
MA / ENQERE