AHLAM HECÎ/HEWLÊR ŞAHÎN/ANF/ŞENGAL


Pêngava rizgarkirina Reqayê ku ji aliyê QSD’ê ve dest pê kiriye û şervanên YBŞ û YJŞ‘ê jî cih di nav de digirin, bi rengekî serketî dewam dike. Li gel rizgarkirina gelek taxên Reqayê, heta niha  bi hezaran sivîl ji destê çeteyan hatine rizgakirin û zarok û jinên Êzîdî yên ji Şengalê hatine revandin jî di nava wan de hene. Yek ji wan jî zaroka bi navê Sûheyîle Daxil e, ku 10 salî ye û ji gundê Werdiyê ye. Daxil ku piştî rizgarkirinê anîn Şengalê, ji me re qala bûyerên bi serê wê ve hatî kir:”Dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundê me kir, me xwe di nava axurê de veşart. DAIŞ bi zorê kete mala me û destpêkê bavê min birin û ji me re gotin, dema ku ew vegeriyan, derî li wan vekin. Malbat me ji 9 kesan pêk tê. 4 xwişk û 3 birayên bûn. Jixwe em hemû ji hev veqetandin. Piştî demekê bav û birayekî min xwe xilas kir. Dema balafiran li çeteyên DAIŞ’ê dan, birayekî min wê demê hate kuştin. Hîn jî diya min û 3 bira û xwişkên min di destê wan hovan de ne.”


Min bêriya mala xwe dikir

Daxil diyar kir ku ji destê çeteyan gelek êş kişandine û wiha domand: “Zilamekî ez kirîm ez birim mala xwe. Min xizmeta hevjin û zarokên wê dikir. Min pir bêrya malbata xwe dikir. Ez her roj digiriyam, min bawer ne dikir ku ez rojekê rizgar bibin û werim Şengalê. Erê ez niha kêfxweşim ku hatime li ser axa ku ez li ser ji dayîkbûme. Lê belê hîna jî dayik, xwişk û birayên min di destê wan hovan de ne. Ez hêvîdarim ku ew jî di demeke kin de werin rizgarkirin.”


Spadar e ji bo hevalan

Keça biçûk Sûheyîle Daxil wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ez spasiya hevalan dikim, ku em rizgar kirin. Ne ji wan bûya ez rizgar nedibûm. Ez ti carî keda wan ji bîr nakim. Ez niha li Şengalê me, hatime nava hevalên xwe.”


Jinekê serê xwe rakir û got, zilam hemû birin

Keça bi navê Xalide Hecî Xelef jî, ku temenê wê 15 salî ye û ji gundê Dîgurê ye, der barê serpêhatiya xwe de wiha axivî. Xelef anî ziman ku si seatên sibehê de DAIŞ’ê bi ser mala wan de girtiye û got: “Saet 5’ê Sibehê, DAIŞ hat. Hinekan digot ku keçên ciwan dibin. Bavê min hat em birin çiyê. Hinek hatin ji me re gotin, nerevin, tiştekî bi we nakin. Em careke din vegeriyan gund. DAIŞ’ê em xisitn maşîneyan û birin aliyê rojava. DAIŞ‘ê gule li me reşandin, me jî xwe avêt erdê. Jinekê serê xwe rakir û got, zilam hemû birin. Piştî demekê birayê min hat cem me. Min pirsa bavê xwe kir. Got, ‘Ez nizanim çavê me hemûyan girê dabûn. Ez nizanim bavê min birine ku derê’. Hatin, çi keçikên bedew hebûn hemû birin. Di dawiyê de em 7 keç man, herî dawî em jî xistin maşîneyekê û em birin. Ez û xwişka xwe bi hev re bûn. Fêhm nekirin ku em xwişkên hev in, ez ji maşîneyê danîm. Ez giriyam, min got, ez naxwazim ji xwişka xwe veqetim. Ew birin dawî hatin ez birim.”


Kiryarên herî xirap 

Xelef diyar kir ku ji aliyê zilamekî ji Erebîstan Siûdî ve hatiye kirîn û wiha pê de çû: “Zilamekî bi navê Ebû Asem temenê xwe 30 salî bû û ji Siûdî bû. Wî ez kirîm û birim cem xwe. Roja berî em bên rizgarkirin, wî xwişka min anî cem min. Bi rastî pir zor bû, hemû xirabî bi me dikirin. Destdirêjî li zarokên 8 salî dikirin, bi rûmeta me dilîstin. Gelekî tesîr li ser derûniya min kir. Wan hovan êrîşî me dikirin, dixwestin rûmeta me bin pê bikin. Ji me re digotin, ‘hûn kafir in, pêşmergeyan hûn firotine’ û bi me dikeniyan. Digotin, ‘hûn yên kirîn û firotinê ne’.”


Wê roja hesappirsînî were

Li navê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Xidir Hamo jî axivî û got, “Em bi hatina van kesên xwe, pir kêfxweş in û bextewar in. Ji ber ku her roj çavên me li hatina hinekan bû. Civaka Êzîdî gelekî êş kişand. Bêguman civakek bê parastin be, wê bi her awayî êrîş lê were kirin. Ji ber em civakeke bê parastin bûn. Kesên digotin em parastina we dikin, dema ku ferman rabû berî me reviyan. Wê rojek were, wê hesabê vê bidin. Lê belê bila baş zanibin, em ne weke wê dema ku wan digotin em parazvanên Şengalê ne. Erê me gelek berdêl dan, lê em niha hişyar bûn, ku divê em xwe bi rêxistin bikin. Em ewlehiya xwe ji kesî re nahêlin.”

Kesên hatin rizgarkirin, ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzîdî û Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê radestî malbatên wan hatin kirin.