Waniyên ku diyar kirin ji ber ku zimanê wan qedexe bû bi salan nekarîne navên Kurdî bidin zarokên xwe di encama têkoşîna 40 salan de polîtîkayên asîmîlasyon û pêkûtiyê hatiye pûçkirin êdî navên Kurdî dê bidin zarokên xwe. Jina bi navê Hanîfa Kaçar diyar kir ku li axa Kurdistanê têkîldarî nasnameya Kurd her tişt hatiye qedexekirin û li dibistan. nexweşxane û hemû saziyên dewletê de li dijî Kurdî nêrînekî neyînî hebû. Kaçar destnîşan kir ji bo domdariya zimanên wan divê li hemû qadên jiyanê Kurdî xwedî derkevin û wiha axivî: “Li her derê em dixwazin zimanê xwe bikar bînin. 7 zarokên min hene. Navê 2 zarokên mi Kurdî ne. Yek Diyar yek jî Rêber. Êdî dê navên zarokên me Kurdî bin. Ez bang li hemû dayikan dikim navên Kurdî li zarokên xwe bikin. Bi Kurdî bi zarokên xwe re biaxivin.”




Asîmîlasyona 4 dewletan heye

Welatiyê bi navê Hasan Kaçak jî destnîşan kir ku gelê Kurd sed sal in rastî polîtîkayên asîmîlasyonê yên 4 dewletan tên di necama van polîtîkayan de navên Kurdî, farisî, erebî û tirkî bi kar anîne. Kaçak got ku di encama têkoşîna li dijî polîtîkaya asîmîlasyonê gelê Kurd ketiye ferqa zimanê xwe û wiha axivî: “Berê navên zarokên min jî tirkî bû lê êdî navên Kurdî em li zarokên xwe dikin. Du neviyên min hene yek Nûdem yek jî Çiyager e.”




‘Netewe bêyî ziman nikare bijî’

Kaçak bang li gelê Kurd kir û xwedîli nasnameya xwe derkevin û ev tişt anî ziman: “Heke em dibêjin ku em Kurd in divê em navên Kurdî bi ka bînin. Divê di hemû qadên jiyanê de zimanê xwe bikar bînin. Neteweya ku zimanê wen nebe dikarin bijîn. Zimanê me hebûna me ye. Ji bo zimanê xwe divê em pir bixebitin. Divê hemû kes navên Kurdî bide zarokan û bi Kurdî biaxive.”




‘Em xwedî li zimanê xwe derkevin’


Jina bi navê Makbule Cîntan jî anî ziman ku du zarokên wê yê bi navê Sîpan û Evîn hene û ewil li nifûsan rastî heqeratan dihatin û navên tirkî bi wan didan nivîsandin. Cîntan wiha got: “Ma çima em tirk in em navên tirkî li zarokan bikin. Heke em Kurd in divê em xwedi li zimanê xwe derkevin.” Cîntan bang li dayikên Kurd kir û xwest navên Kurdî li zarokên xwe bikin. 


 DÎHA/WAN