Ev nîvîsa min ya yekem a di sala nû de ye.
Ez nizanim çawa destpê bikim.
Kî dixwaze li ser trajediyêkî an jî li ser komkûjiyê binivîse?
Kî dikarê li ser xwînrijandinê û bebextiyê binivîse?
Qedera 35 kesan, ya 35 gûlan.
Ev kes di destpêka jiyanêke serbixwe de bûn.
Hîn nejiya bûn.
Lê  jiyana xwe ji ber terora dewletê ji dest dan.
Heger ev ne terora dewletêbûya, çawa dikarîbûn tenê ji malbatêkî 28 kes bihatana kuştinê?
Wek tê zanîn li gor Konvensiyona Cenevreyê, şert û şurtên şer hene û ev jî di dema şer de berberî qedexe dikin.
Li gor Konvesiyona Cenevreyê ya sala 1949’an di mada sêyem de tê gotin: “Kesên ku ne di hêzên dijminatiyê decîh girtîne, endmên arteşan jî tê de, kesên ku neçar in û kesên ku ji ber nexweşiyan bê teqet in, birîndar in, girtî ne an jî ji ber sedemên din nikarin şer bikin, dive di hemû rewşan de bi wan re alaqa wek mirovan were danîn.“
Herî Qanûna mezin eve ku kesên sîvîl tu car nebin hedefê çalakiyên çekdar (Xal 8)
Heger mirov li ser medya Tirkiyeyê û li ser daxûyaniyên hikûmatê yeên ku di derbarê bombebaranê de hatin belavkirin raweste, çaş û mat dimîne.
Dema ku zarokên Filistîniyan kevir davejin, Erdogan wana wek qehremanan bi nav dike.
Lê zarokên Kurdan ji ber avetina keviran tên cezakirin.
Bi sedan zarok tên gitin û bi mehan di girtîngehan de dimiîn.
Dema ku li Tirkiyeyê felaketên xwezayî tên, hemû dinya alaikariya Tirkiyeyê dike.
Dema ku li Rîzeyê lehi rabhu û 9 kes jiyana xwe ji dest dan,  ‘Herêma affetê’ hat îlankirin.
Lê li Wanê 650 kes di erdlerzê de jiyana xwe ji dest dan, hîn jî ‘herêma affet’ nehatiye îlankirin.
Dema ku leşkerêkî Tirk jiyana xwe ji dest dide, hemû endamên hikûmatê diçin goristanan.
Lê 35 kesên ciwan hatin kuştin, hikûmet 30 saetî bê deng ma.
Kesêkî nexwest êşa malbatan nas bike.
Kesêk xwediyê dayikan derneket.
Kesêkî neçû û nexwest xemginiya malbatan de xwedîpar be.
Tenê Kurd bi xwe re man.
Birîna Kurdan bi destê cînar û hogiran hat peçandin.
Kî dikare êşa xwîş û birayan bizane?
Kî dikare nalîna dayikan wergerîne ser zimanê?
Ez tenê dikarim ji bo xwe bibejim: ema ku ez dayîkan dibinîm, dilê min her  digîre.
Ev mînakêkî bê hempa ye:
Tenê li Kurdistanê 28 kes ji malbatêkî hatin kuştin.
Di nav çand saniyan de 28 kes bûn hedefa bombebaranê.
28 can di nav çend saniyan de wemiriyan.
35 kes di jojêkî de gorbihişt bûn.
Lê medya Tirkiyeyê hîn jî ji doza mirovan nagere.
Îro jî li Tikiyê tê niqaşkirin: kesên ku hatine kuştin terorîst bûn an jî sîvîl bûn?
Lê her tê zanîn, dewleta Tirkiyeyê ne tenê îro, bi salane ku herema Kurdan bombebaran dike.
Lê Hikûmata Tirkiyeyê nikare bi bombeyan û kuştinê Kurdan bêdeng bihele.
Çekên wan pere nakin.
Belafirên wan nikarin têkoşîna Kurdan wemirînin.
Bombên wan nikarin têkoşîna rizgarbûnê û azadiyê paşxîne.
Bêdengî êdî ne mumkûn e.
Wek Kurd dibêjin.
Ez li vir im.
Ez li vir bûm.
Ew 5000 salin ku ez li vir im!