
Di roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê de Kurdên Rojava jî êdî zimanê xwe ji tehlukeyan diparêzin û dikin zimanê fermî, yê perwerde, çand û bazarê.
Her sal 21’ê Sibatê ku bi armanca parastina zimanên ber bi windabûnê ve diçin hatiye ragihandin, li gelek aliyên cîhanê çalakî û pîrozbahî têne lidarxistin. Lê çalakî bi pirranî bi destê neteweyên bindest an jî netewên ku zimanê wan ji holê radibe, têne lidarxistin.
Yek ji van netewan jî Kurd in. Têkoşîna Kurdan a ziman jî xwedî dîrokeke dûr dirêj e. Lê bi taybetî bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê re, xebatên zimên jî li çar parçeyên Kurdistanê zêdetir bûne û nexasim jî li Rojava weke yek ji meydanên sereke yên Şoreşê pêk tên.
Xebatên parçeyî encam nedan
Dîroka xebatên ji bo zimanê dayikê li Rojava heta bi salên 1927´an diçe ku Kurdan doza perwerdeya bi kurdî kiribû. Taybetmendiya wê demê ew bû ku xebatên ziman tenê bi hewldanên rewşenbîr û xwendekaran re sînordar bûn. Xebatên fermî yên weşangeriyê, perwredekirina civakê ya li ser ziman kêm bû.
Piştî kovarên Hawar û Ronahî, xetabên ziman bi riya partiyên siyasî, komele, mamoste, rojname, kovar û hwd. hatin meşandin. Lê ev xebat jî girêdayî perçebûna siyasî ya Kurdan û pire parçeyî û di çarçoveya partiyan de sînordar man. Lewma civakî nebûn. Li aliyekê jî qedexeyên rejîmê û plana kembera erebî jî bandor li ser xebatên Kurdî kiriye.
Pêvajo û tevgerek nû
Bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê re, li Rojava têkoşîna zimanê Kurdî jî ket qonaxeke nû. Girêdayî têkoşîna siyasî û civakî xebatên ziman jî bi heman rengî ji çarçoveya teng hatin derxistin û di nava civakê de hatin meşandin. Tevî hemû êrîş û astengiyên rejîmê jî, xebatên ziman qet ranewestiyan. Destpêkê bi awayekî veşartî, di malan de perwerde dihat dayîn, lê bi pêşketina têkoşîna azadiyê re, tevgera ziman jî êdî bi gewde bû.
Şoreşa Ziman
Dema ku sala 2011’an de li Sûriyeyê pêla serhildanên gel destpê kir, gelê Rojava jî têkoşîna xwe bi şoreşê tacîdar kir. Yek ji van gavên girîng jî di warê ziman de hatin avêtin. Lewma Şoreşa Rojava wekî “Şoreşa Ziman” jî tê pênasekirin. Di meş û xwepêşandanên destpêkê yê Şoreşa Rojava de, daxwaza ziman hertim hate bilêvkirin. Her wiha hinek meşên ku di dawiya hefteyê de dihatin lidarxistin, bi dirûşmeya, “Zimanê Kurdî, xeta sor e” hatin pêkanîn. Ji Dêrîkê heta Efrînê di her malekê de perwerdeyên ziman hatin destpêkirin.
Mal veguherîn, dibistanan
Her ku şoreş mezin bû, xebatên ziman bi sazî bûn. Destpêkê Saziya Zimanê Kurdî hate avakirin û bi sedan dibistanên taybet hatin vekirin. Her wiha li dibistanên fermî jî dest bi dayîna dersa zimanê kurdî hat kirin. Bi xurtkirina xebatan re, ji bo pêşwazîkirina pêdiviyan jî li aliyekî saziya ziman veguherî Tevgera Ziman û Perwedeyê, li aliyekî materyal hatin amadekirin, mamoste hatin perwerdekirin. Her wiha li hersê kantonan gelek peymangeh û akademî hatin vekirin û li van navendan hem şagirt hem jî mamoste hatin perwerdekirin. Mamosteyên ji van deran mezûn bûn, li dibistanê dest bi dayîna dersa ziman û yên din kirin.
Bû yek ji zimanên fermî
Dema ku sala 2014’an de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate ragihandin, di Hevpeymana Civakî ya rêveberiyê de, zimanê Kurdî jî li rex zimanên erebî û Suryanî wekî zimanê fermî hate qebûlkirin. Desteyên Perwerdeyê yên hersê Kantonan jî, di vê çarçoveyê de dest bi xebatan kir û hem belgeyên fermî bi Kurdî hatin amadekirin, hem jî materyalên perwerdeyê hatin berdestkirin.
Sala 2015’an jî Kongreya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-Demokratîk) hate lidarxistin û biryar hate dayîn ku li Kantonên Cizîr û Efrînê li dibistanan ji refa yekê heta 3’yan, li Kantona Kobanê jî ji refa yekê heta 6’an hemû ders bi zimanê Kurdî bên dayîn. Ev biryar jî di sala 2015-2016 a perwerdeyê de ket meriyetê. Di roja îro de, li hersê katonan li hezaran dibistanan bi deh hezaran zarok bi zimanê Kurdî têne perwerdekirin.
Zimanê bazar, weşan û jiyanê
Ji bilî perwerdeyê zimanê Kurdî êdî li bazarê, di jiyana rojane û xebatên weşangeriyê de jî bûye xwediyê meydanên xwe û darî çav e. Li sûkên bajaran pirraniya dikanan navên dikanên xwe bi Kurdî danîne. Her wiha navên gelek tax û gundan jî bi Kurdî hatin danîn. Di jiyana rojane de jî zimanê axaftin û bazarê jî êdî Kurdî heye. Di weşangeriyê de jî rengê Kurdî her ku diçe zêdetir dibe. Niha li Rojava gelek rojname, kovar û pirtûkên bi zimanê Kurdî têne weşandin. Her wiha saziyên fermî û sivîl jî belgeyên xwe êdî li rex Erebî bi Kurdî jî amade dikin.
Dîroka têkoşîna zimên li Rojava
Kurdên Rojava cara yekemîn daxwazên xwe sala 1928’an pêşkêşî meclîsa damezirîner a Suriyeyê ya girêdayî Fransayê kirin. Di van daxwazan de perwerdeya bi Kurdî û li gel zimanê fermî bikaranîna zimanê Kurdî jî hebû. Lê ji ber nerazîbûnên nîjadperestên Tirk û ereb ev daxwaz nehatin qebûlkirin.
Piştî vê hewldanê têkoşîna ziman a Rojava, di salên 1930’î de dîsa destpê kir. Mîr Celadet Bedirxan ku piştî sirgûnkirina ji aliyê Osmaniyan ve li parêzgeha Şam a Sûriyeyê bicîh bûbû, li vir xebatên ziman domandin. Di encama van xebatên xwe de jî alfabeyeke kurdî ya bi tîpên latînî amade kir (Beriya wê li Sovyetan bi tevlîbûna Erebê Şemo jî alfabeyeke bi latînî 1927´an hatibû amadekirin). Piştre jî sala 1932’yan Kovara Hawarê ku bi tîpên latînî hatibû amadekirin, der xist.
'Hîmê sereke yê zimanê me'
Celadet Bedirxan di hejmara yekemîn a Hawarê de, bi gotina “Armanca derxistina Hawarê, pêşvebirina zimanê dayîkê ye” girîngiya ziman vegotiye. Di hejmara 20’emîn de li ser ziman ev tişt nivîsandine: “Kovara Hawarê hîmê sereke ya zimanê me danî. Divê em bizanibin ku ziman yek ji hêmanên hebûna me ye. Bêyî wê em nikarin bi gelên din re weke gelekî azad xwedî rûmet bijîn. Gelê bindest ê ku zimanê xwe ji bîr nekiriye weke dîlê ku mifteya deriyê zindanê pê re ye, kengî xwest dikare derkeve, lê belê ev ji bo yê ku ziman jibîr kiriye, ne derbasdar e.”
Ji bilî Celadet Bedirxan yek ji têkoşerên ziman jî Osman Sebrî ku di heman demê de xwedî nasnameya siyasî û rewşenbîriyê ye bû. Osman Sebrî jî, li gel Celadet Bedirxan, Reşîdê Kurd, Rêberê Serhildana Agirî Îhsan Nûrî Paşa û Rêberê Serhildana Sasonê Ebdullrehman Yûnis di kovara Hawar û Ronahî de nivîs nivîsandine. Di sala 1954’an de Sebrî jî alfabeyek Kurdî ya latînî weşand û hin pirtûkên mîna; Bahoz, Derdên Min û Çar Leheng nivîsandin.
Çima 21´ê Sibatê?
Di 21’ê Sibata sala 1952’yan de li Bengladeşê Tevgera Ziman a Bengalê ku ciwanên xwendekar pêşengiya wê dikir, ji bo ku zimanê wan jî bibe zimanê fermî û yê perwerdeyê li paytexta îro ya Bengladeşê Dakkayê çalakiyek li dar xist. Lê ji aliyê hêzên desthilatdariyê ve hatin qetilkirin. Piştî vê komkujiyê têkoşîna ziman xurttir bû û di encama têkoşîneke 19 salan de, zimanê Bengalî bû zimanê perwrede û danûstandinê. Bi wê boneyê serxwebûna welatê xwe îlan kirin û zimanê dayikê kirin zimanê fermî.
Tevgera Ziman a Bangladeşê û gelê wê 21’ê Sibatê wek “Roja şehîdên ziman” bi nav kir. Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) jî di 17’ê Mijdara sala 1999’an de 21’ê Sibatê wek Roja Zimanê Dayîkê ya Navneteweyî ragihand. Ji hingê ve ev roj ji bo destekkirin û xurtkirina aştî û pirrzimaniyê tê pîrozkirin.
NAZDAR EBDÎ/ANHA