Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem di 18'ê mijdarê de hêzên girêdayî asayîşa Qeza Mexmûrê û hikûmeta herêmê ku xwestin bi çek derbasî wargehê bibin, rastî berxwedana gelê wargehê hatibûn, hêzên çekdar li ser gel de çek bi kar anîbûn û di encama wê gengeşeyê de 5 şêniyên wargehê sivik birîndar bûn û ev bibû sedema hin aloziyan û di encama van aloziyan de Qeymeqamê Qezaya Mexmûrê Îbrahîm Şêxûllah Îbrahîm, mudûrê polîsan Ferman û mudûrê asayişa Qeza Mexmûrê ji bo hevdîtinê hatin Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem û bi nûnerên wargehê re hin hevdîtin pêk anîbûn. Di hevdîtinan de sê daxwaz derketibûn pêş:
-   Divê asayîş ji wargehê were dûrxistin, ji ber wargeheke siyasî ye.
- Pirsgirêka ziman were çareserkirin ango polîsên ku bi zimanê Kurdî dizanin werin wezîfedarkirin.
- Hêzên eskerî û polîsan bêyî destûra gel derbasî wargehê nebin.
Piştî hevdîtinên bi Qeymaqamê Qeza Mexmûrê re ew daxwaz ji Hikûmeta Başûrê Kurdistanê re ragihandin û ji van daxwazan yek pêk hatibû. Li gor vê di cihê kontrolkirinê yê wargehê de polîsên Kurd hatin bicihkirin.
Endamê Komîteya Têkiliyên Derve Polat Bozan der barê rewşê de agahiyên nû dan û bal kişand ser van xalan: “Me bi wezareta navxweyî re hevdîtinek çêkir û wezareta navxweyî diyar kir ku ew ê bûyerên dawî bi awayekî berfireh bigirin dest û nêzîkatiyên ku ji aliyê asayîşê ve derketine vê ji aliyê wan ve bên lêkolînkirin.”
Bozan li ser daxwazên gel jî rawestiya û wiha got: “Wezareta Nevxweyî di hevdîtinê de da zanîn ku ew ê ji vir şûn de li gor daxwazên gelê wargehê tevbigerin û soz dan ku heya niha kêm û kurtiyên derketine wê berçavan re derbas bikin. Her wiha ji vir şûnde eger pirsgirêkek ji aliyê polîs an jî leşkerên di asayîşê de derkevin ew ê di cih de cihê wan kesan biguherînin.”
Endamê Komîteya Têkiliyên Derve Polat Bozan diyar kir ku wezareta navxweyî dest nîşan kiriye ku ji vir pêve ew ê musade nekin ku bi çek leşker bikevin wargeha penaberan a Şehîd Rûstem. Li ser vê esasê hevdîtina bi wezareta navxweyî re bi encam bû. 

MEXMÛR