NAZIM DAŞTAN MA/HELEB Leyla Murad ji Şêxmaqsudê ye û di asayîşa wir de kar dike. Sala 2015’an li dijî êrişa 35 komên çete tevî hevserê xwe yê YPG’yî û kurê xwe şer kir. Kurê wê Cudî jî, dema dagirkeriya Tirk a li dijî Efrinê, şehîd bû. Piştre kurê wê Baharin û Reşid jî tevlî nav refên YPG’ê bûn. Murad jî hê jî di asayişê de parastinê dike. Leyla Murat tevî 3 zarokên xwe û hevserê xwe parastinê axa xwe dikin. Her wiha 3 xwişk û birayên Leyla Murad jî tevlî nav refên PKK’e bûne. Leyla Murat, dibêje, hê 10 salî bû Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şêxmaqsûdê dema xitabî gel dikir, wê ew dîtibû û wiha peyivî: “Ez 10 salî bûm, min Ocalan dît. Wê demê min ew nas nedikir. Piştî ku em ji civînê belav bûn û şûnde gotin, ew Ocalan e. Me ji hev re digot heval Murad, destnîşan kir ku wê, kurê xwe û hevserê xwe di heman eniyê de şer kir û wiha axivî: “Li milekê min ê rastê Cûdî û li milê min yê çepê hevserê min şer dikir. Min hevser û kurê xwe, me milê xwe da hev û li dijî komên selefi me şer kir. Dema min û wan milê xwe da hev û şer kir, haya wan ji min tine bû. 10 roj şûnde hevserê min hat nuqteya me. Me li wir hev dit. Me ji hev re digot heval.”