• Piştî 34 salan bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya li Stockholmê ser kuştina Olof Palme girtin. Lê mexdûriyeta Kurdan li naverastê ye. Têkildarî vê mijarê, Parlementerên Swêdê axivîn û xwestin ev neheqiya li Kurdan û PKKê hatiye kirin were bidawîkirin.
Serokwezîrê Swêdê Olof Palme 34 sal berê bi komployeke mezin a navdewletî hate kuştin. Hêzên NATO û Gladyoyê bi dewleta Tirk re xwestin vê bûyerê bixin stûyê Kurdan û PKKê. Kuştina dostekî Kurdan dixwestin bixin stûyê Kurdan. Ji lewra jî di heman demê de ev reşkujî kirin hincet ji bo PKKê bixin lîsteya terorê. Dozger herçiqasî bixwaze ser meselê bigire jî rastî nehatine eşkerekirin û mexdûriyeta Kurdan û PKKê li naverastê ye. Parlamenterên Swêdî diyar kirin, ku piştî daxuyaniya rayedarên Swêdî yên li ser kuştina Olof Palme, ji bo PKK ji lîsteyên terorê bê derxistin divê Kurdên li Ewropayê bikevin nava liv û tevgerê. Dosya kuştina Olof Palme piştî 34 salan li Stockholmê bi civîneke çapemeniyê hate girtin. Têkildarî girîngiya mijarê ji bo Kurdan û PKK’ê, em bi parlamenterên Swêdê re axivîn. Rojnamevan Lars Borgnas ji sala 1986’an û vir ve li bûyera kuştina Olof Palme dikole. Wî got, Polêsên Ewlekariyê yên Swêdê (Sapo) yan jî komeke di nava Sapoyê de, ku Palme li dijî dewletê weke gefekê didît, ew kuşt. Borgnas ragihand ku sûcê kuştina Palme destpêkê avêtin stuyê PKK’ê, piştre jî hewl dan bixin stuyê alkolîkê bi navê Chirster Petersson û bi vî rengî hewl dan rastiyê veşêrin. Jixwe, Dadgeha Bilind diyar kir ku delîlek nîne ku nîşan dide Petersson ev sûc kiriye, lewma ew berda. Dozger Krîster Petersson pêr bi civîneke çapemeniyê ragihand ku Palme ji aliyê siyasetvanekî ji partiyeke rastgir Stig Engstrom ve hatiye kuştin, lê belê ji ber ku Engstrom miriye, nikarin dozê lê vekin û dosya girt. Divê Swêd lêborînê bixwaze Parlamenterê Partiya Çep û Berdevkê Polîtîkaya Derve ya wê partiyê, Hakan Svennelig got, polêsên Swêdê tevî ku delîl di destê wan de nebûn, ji bo PKK’ê weke berpirsyarê kuştina Olof Palme nîşan bidin, wan gelekî hewl da. Wî got, ”Divê Swêd û Yekîtiya Ewrûpayê, PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorê derxîne. Sûcdariyên ku Erdogan bi gotina terorê li PKK’ê dike, ji bo tepisandina gelê Kurd û muxalefetê bi kar tîne. Divê dawî li vê yekê bê anîn.” Svennelig destnîşan kir ku divê Swêd lêborînê ji gelê Kurd bixwaze. Parlamenterê Partiya Çep Daniel Rîazat jî destnîşan kir ku rewşeke sosret bû ku Kurd weke berpirsyarê kuştina Palme hatin nîşandan. Wî bi bîr xist ku hin dadgehên welatên Ewrûpayê li ber hebûna navê PKK’ê ya li lîsteyên rêxistinên terorê rabûne û got, ”Divê Swêd û Yekîtiya Ewrûpayê êdî PKK’ê bi terorîstiyê sûcdar nekin. Kurdên li Ewropayê jî divê vê yekê ji welatên Ewrûpayê bixwazin.” Tenê bi daxuyaniyekê nabe Parlamentera Sosyalîst Amîneh Kakabaveh jî got, ”Ev pirsgirêk tenê bi daxuyaniyeke çapemeniyê çareser nabe. Divê Kurd karibin li saziya herî mezin a medyayê ya welatên Ewrûpayê rastiyan binivîsînin. Divê her kes bibîne û bibihîze ku Kurd û PKK 34 sal in bi neheqî tên sûcdarkirin. Divê bê gotin ku êdî dem hatiye ev mohra ‘rêxistina terorê’ bê rakirin. Divê dewleta Tirk û Erdogan êdî nikaribin sûcdariya ‘rêxistina terorê’ li dijî Kurdan bi kar bînin.” ANF/STOCKHOLM