Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê derbarê vekişîna hêzên şêwirmendî yên YPG’ê ji Minbicê doh daxuyaniyek da çapemeniyê û got, “Em careke din malavahiya YPG’ê û koma şêwirmendiya eskerî ku alîkariya Meclîsa me kir, dikin.” Her wiha Meclîsê da zanîn ku dewleta Tirk aramiya herêmê binpê dike. Fermanariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê derbarê rewşa dawî ya Minbicê û vekişîna koma şêwirmendiyê ya YPG’ê daxuyanî li bargeha Meclîsa Leşkerî ya Minbicê a li devera Metahin da. Daxuyanî bi beşdariya hejmarek fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Mibicê ji aliyê Berdevkê Fermî yê Minbicê Şervan Derwîş ve hate xwendin. Daxuyaniya Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê wiha ye: “Em wekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, piştî ragîhandina damezirandina wê di 4’ê Nîsana 2016’an de, me dest bi hemleya leşkerî ya rizgarkirina bajar û gundê wê kir. Ev hemleya ku di 1’ê Hezîrana 2016’an de li dijî DAIŞ‘ê destpê kir. Me piştgirî ji YPG û Koalîsyona Navdewletî xwest da ku em rêxistina DAIŞ ji bajarê xwe temamî derxin û sivîlan rizgar bikin. Tirkiyê di erêkirina hemleya Minbicê de hebû Li ser vî esasî me li bargeha İncirlik a li Tirkiyê civînek lidar xist. Nûnerên Amarîka û berpirsên Tirkiyê, her wiha şandeyek ji Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi serkêşiya Fermandarê berê yê Meclîsa me şehîd Edanan Ebû Emced amade bû. Di civînê de şerê Minbicê hate nîqaşkirin û bi beşdariya Tirkiyê lihevkirin pêk hat. Wiha hemleya leşkerî hate destpêkirin û zêdeyî 2 mehan dewam kir. Di encamê de Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û YPG bi piştgiriya Koalîsyona Navdewletî di 15’ê Tebaxa sala 2016’an de bajar rizgar kirin. Wiha bi hezaran welatiyên Minbicê piştî pêkanîna ewlekariyê û xizmetguzariyê vegeriyan bajarê.” Tenê ji bo xebatên şêwirmendiyê mabûn Her wiha di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku 16’ê Mijdara sala 2016’an de wan wekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê rêveberiya ewlekarî û leşkerî ya Minbicê wergirtibûn û wiha pê de çû:”YPG’ê wê demê bi daxuyaniyeke fermî vekişîna xwe ya ji bajar ragîhand. Ev yek jî bi merasîma leşkerî pêk hat. Me wekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê xebatên xwe yên avakirina saziyên rêxistinî ji bo parstina bajar dewam kir. Li ser vê yekê û li ser daxwaza me komek YPG’ê ji bo xebatên perwedeyê li Minbicê man. Ew bi sîfeta şêwirmend da ku alîkariya leşkerî di warê perwedeyê de bidin Meclîsa Leşkerî man.  Ev bi awayekî kordînekirî û bi erêkirina Koalîsyona Navdewletî pêk hat. Îro û piştî 2 salan me dît ku Meclîsa me êdî dikare di aliyê perwede û parastinê de erka xwe pêk bîne. Hêz û tecrubeya me di hemû aliyên perwerdeyê û şer de pêk bîne, lewma itîfaqa bi YPG’ê re hate kirin ku koma wan a şêwirî ji Minbicê vekşe. Xebatên vekişînê dê di nava rojên pêş de pêk were.” Em spasiya YPG’ê dikin Meclîsê got ew wekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê careke din spasiya YPG’ê û koma şêwirmendiya leşkerî ku alîkariya Meclîsa wan kirî, diki û bi vî rengî dewam kir:”Her wiha em spasiya Hêzên Koalîsyona Navdewletî dikin. Em wekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê tekez dikin ku em dikarin parastina ewlekariya Minbic û sînorê wê ji gef û xeteriyên derve pêk bînin. Tirkiyeyê ku dixwaze aramiya herêmê binpê bike û demografiya herêmê bide guhertin, bi vê yekê jî armanca xwe ji dagirkirina bajarê Sûriyê nîşan dide. Tirkiye ji xeynî tevlîhevî û rûvandinê wê de tiştek neaniye ji bajarên Cerablus, Bab, Efrîn û Ezazê. Ew tevlihevî û bê aramiya li herêmê nîşan didin.” MINBIC