BOTAN GERMIYANÎ / ROJNEWS/GERMIYAN
Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka başûrê Kurdistanê nerazîbûna gel her ku diçe zêde dibe. Çalakvan û mamostayên navçeya Kelar a Germiyanê têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk û helwesta hizbên siyasî yên başûrê Kurdistanê de peyivîn. Çalakvan Erselan Berlutî êrişên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar kir û got: ”Bila êdî hikûmeta Herêma Kurdistanê rê nede dagirkeriya dewleta Tirk a ser xaka Kurdistanê. Di van demên dawî de dagirkerî berfireh bûye û sînor derbas kiriye. Mixabin PDK bûye hevkarê dewleta Tirk û bi riya medyayê dijberiya PKK’ê dike. Artêşa Tirk jî ji bo lêdana PKK’ê aniye. Em weke xelkê Germiyan û gelê Kurd vê helwestê û dagirkeriyê qebûl nakîn. Daxwazê ji hemû aliyan dikin ku hevbigirin û bi hev re rê li pêşiya dagirkeriyê û vê helwesta PDK’ê bigirin. Ji bo ku şerê birakujiyê çênebe û xaka me neyê dagirkirin.
Avê bi vî agirî de bikin
Çalakvan Kameran Hemewendî jî got: ”Niha dewleta Tirk sînor derbas kiriye û hatiye nava xaka Herêma Kurdistanê. Ji aliyê hizbek desthilat ve sînor ji bo wê hatiye vekirin û rê nîşan dide. Bi armanca dagirkeriyê tînin. Daxwazê ji hemû hizb û aliyên dikin ku li dijî dagirkeriyê yek helwest û yekgirtî bin. Ji ber parçebûna di nava Kurdan de û ji ber dagirkeriyê em xwedî dîrokeke tehl in. Berê ji ber şerê di navbera partiyên Başûrê Kurdistanê em xwedî ezmûneke tehl in û dilê hezaran dayikan şewitiye û civak bûye qurban. Ez daxwazê ji hemû hizb û hikûmetê dikim ku avê bi vî agirî de bikin û li pêşiya şer bibin asteng.”
Wê ew bi xwe zirar bikin
Mamosta Serdar Melîhe jî dibêje; ”Gerîla li ser sînor xebat û têkoşînê dikin. Ji bo parastina Kurdistanê ji dagirkeran hêzeke mezin in. Erkek mezin ji hêzên navxweyî yên Başûrê Kurdistanê girtine ser milê xwe. Bila hizb û aliyên siyasî jî bi yekîtiyeke neteweyî beşdarî parastina sînor û netewaya Kurdistanê bibin. Civak ji bo vê amade ye, lê mixabin hinek hizbên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi şaşiyek stratejîk a dîrokî ve mijûl in ku dijberiya wan hêzan dike û di eniya dijmin de ne. Eger wiha dewam bikin wê ew bi xwe zerer bikin.”