EKREM BEREKAT / ANHA / REQA


Bajarê Reqa pêr bi destê şervanên xwe ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bû. Reqayê cilên reş ku çeteyên DAIŞ’ê li ser feriz kiribû ji xwe kir û bingeha biratiya gelan saz kir. Şêniyên Reqayê yên Ereb, Kurd, Suyanî û Turkmen ji bo rizgarkirinê diyarî civakê bikin gelek fedekarî kirin. Bi vê yekê Reqa bû bajarê biratiya gelan û jiyana hevbeş.

Di 14’ê çileya sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bi temamî ket destê çeteyên DAIŞ’ê. Çeteyên ku bajar û derdora wê dagirkirin rengê reş li ser welatiyan feriz kirin. Çeteyan gava yekem di bajar de avêtin, Kurd û Suryanî ji bajar derxistin. Her wiha hemû nirxên biratiya gelan û jiyana hevbeş ku di nav civakê de geş bibû rûxandin. Bajarê ku gelek pêkheta bi hev re lê jiyan dikirin, kirin bajarê tarîtiyê. Hêzên QSD’ê ku di dawiya sala 2015’an de hate avakirin hemleya rizgarkirina bajar di 6’ê mijdara 2016’an de dan destpêkirin, di cncamê de tevahiya gundewarên Reqayê ji çeteyan rizgar kirinê.


6’ê Hezîranê dest pê kir

Di 6’ê hizêrana 2017’an de hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê hate destpêkirin. Êdî pêngava rakirina perdeya rewş li ser bajarê Reqayê destpê kir. Di encama berxwedana 134 rojan a şervanan de şêniyên bajarê gelek qurbanî dan, her dawî bajarê xwe duh bi temamî ji çeteyan rizgar kirin.

Ji roja destpkê de şerên giran di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ’ê de rû da. Di encamê de şervanên ku ji tevahî herêmên Sûriyê, Rojhilata Navîn û şervanên anternasyonalîst ên ji gelek welatên cîhanê ku di bin ala QSD’ê de hatin cem hev şerê DAIŞ’ê kirin û bajar ji çeteyan rizgar kirin.


Dema zingilê azadiyê lê da: 14:57

Saet di 14.57’an ji roja 17’ê Cotmeha sala 2017’an rojeke dîrokî pêk hat, cîhanê di wê rojê de nefesa azadiiyê kişandin. Êdî tirsa çeteyên DAIŞ’ê ku ketibû dilê cîhanê de têk çû. Bajarê biratiya gelan ku DAIŞ’ê kiribû paytexta xwe û wekî navenda mirinê bikar tanî. Êdî saeta rizgarkirina bajarê Reqayê pêk hat. Ev dema şahiya mezin a şervanên azadiyê ye, şervanên ku ji 6’ê Cotmeha 2016’an ve li dijî çeteyan şerekî giran dan meşandin.



17’ê Cotmehê rojeke cuda bû

Roja 17’ê cotmeha 2017’an rojeke cuda bû, di vê rojê de ji saetên berbanga sibê ve rojeke cûda bû, karekî girîng li pêşiya şervanan bû, ew jî ku Reqa rizgar bikin, da ku bi vê yekê soza dabûn şêniyên Reqayê pêk bînin. Şervanên QSD’ê bi karwanan ber bi kozikên dawî yên çeteyên DAIŞ’ê de ve çûn.

Şervanên QSD’ê destpêkê berê xwe dan Nexweşxaneya Wetenî ya li nîvê bajarê Reqayê, hîn nexweşxane di destê çeteyan de ye. Piştî ku şervanan tekmîlên xwe girtin û perspektîfên fermandaran girtin, di nava perspektîfên xala herî girîng parstina sivîlan bû. Şervan bi muraleke mezin ber bi navenda bajar ve pêş ve çûn. Saet di 11.30’an de nexweşxane rizgar kirin û çeteyên biyanî ji nava nexweşxaneyê derxistin û nexweşxane ji çeteyan paqijkirin.



Ala dawî ya çeteyan hate daxistin

Li nêzî Nexweşxaneya Wetenî ya Reqayê ala DAIŞ’ê ya li ser postexaneya bajarê Reqayê ku li nîvê bajar bû ji aliyê şervanan ve hate daxistin. Tevî dengê guleyan zêde bû, lê şervanekî QSD’ê berê xwe da ala çeteyan ya dawî û ew al ji ezmanê Reqayê daxist.

Lîstgeha Reqayê ku bargeha dawî ya çeteyan bû bi tenê di destê çeteyan de ma. Şervanan ji vir jî berê xwe dan lîstgehê  û piştî çend saetan şervanan lîstgeh jî paqij kirin. Bi vê yekê êdî şervanan bajarê Reqayê bi temamî xistin bin kontrola xwe.


Soza dane şehîdan pêk anîn 

Saet 14.57’an de kîliyeke ku tu carî şêniyên Reqayê wê ji bîr nekirin. Êdî ware wan ji çeteyan hatiye rizgarkirin. Kêliyeke dîrokî ye. Di wê kêliyê de şervanan li cîhazên bêtêl hev agahdar dikirin û digotin “Reqa ji çeteyan paqije” şervanan soza dabûn hevalên xwe yên şehîd pêk anîn û tevahî bajarê Reqayê rizgar kirin. Di çavê hin şervanan hêstirên serkeftinê herikîn, her kes bi kêf bû. Kêfxweşiyek nayê wesifkirin. Li ser rê her kesî qîr dikir û digot “Şehîd namirin”


Fermandar û şervanên rûken

Hin şervanan qîr dikirin, vir çerxeriya Neîme “Va em li virin çeteyên DAIŞ’ê têk çûn. Me cîhan ji teroristên DAIŞ’ê rizgar kir. Alên QSD, YPG û YPJ li ser ezmanê Reqayê liba dibe.

Fermandaraê Hemelya Rizgarkirina Reqayê Rojda Felat, werkî her car bi rûkeniya xwe amade bû. Bi wê rûkeniya xwe li nava kolanên Reqayê digeriya û kêfxweşiya şervanan parve dikir. Li Çerxeriya Neîm tu kes nikare wesfa kêfxweşiya şervanan bide, kêliya dîrokî nayê wesifkirin.

Endamê Meclîsa Rêveber a QSD’ê Cemîl Mazlûm bibîr xist ku serkeftina wan a li dijî DAIŞ’ê bi tekoşîn û fedekariya şervanên QSD’ê pêk hatiye û got: “Em niha li ber lstgeha Beledî ya Reqayê ne, ev bi saya xwîna şehîdan pêk hatiye. Bajarê Reqayê bajarê Şehîdan e, bajarê biratiya gelan e. Li Reqayê wê jiyaneke nû were afirandin. “

Pêr roja azadiya bajarê Reqayê bû… Pêr tîrêjên azadiyê li Reqayê bilind bû.