
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Kalkan: Artêşa Tirk beşek ji axa Sûriyeyê dagir kiriye. Lewma sînorê Tirkiye-Sûriyeyê ji holê rabûye, sînorên Rojhilata Navîn guherîn e. Divê TC ji encamên vê rewşa rê li ber vekiriye amade be.
Dûran Kalkan bû mêvanê bernameya Polîtîk Alan a MED NÛÇE û bersiv da pirsên rojnamevan Ersîn Çelîk.
Kalkan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser komkujiya li Dîlokê li daweteke Kurdan hat kirin, ku di encamê de 59 kesan jiyana xwe ji dest dan û got, “Kujer ewçend namerd bûne, ku radibin êrîşî dawetekê dikin.” Kalkan ji gelê Kurd, xwediyê dawetê û malbatên mirovên wan di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan sersaxî xwest û diyar kir, ev komkujî dewama komkujiyên Roboskî, Parîs, Amed, Pirsûs û Stenbolê ye.
AKP bi nasnameya DAIŞ’ê
Kalkan got, “Dibêjin ‘DAIŞ’ê kiriye’. Xwediyê vê îdîayê Tayyîp Erdogan û rêveberên AKP’ê ne. Heta niha DAIŞ‘ê ev komkujî li xwe negirtiye. Li ser navê DAIŞ‘ê, Tayyîp Erdogan li xwe girtiye. Hê lêkolîn nekirin, rabûn gotin, ‘Zarokekî 12-14 salî ev komkujî kiriye’. Zêdeyî 10 roj di ser komkujiyê re derbas bûn, lê nasname jî tespît nekirine. Divê kes xwe nexapîne: AKP van komkujiyan dike, dide kirin. Bi navê DAIŞ’ê yan jî bi nasnameyeke din dike. DAIŞ li xwe nagire, AKP bi nasnameya DAIŞ’ê li xwe digire.”
‘Divê her ciwanek bibe şervanek’
Kalkan got, “Pêwîste ciwanên Kurd di vê mijarê de bi erk û berpirsyariyeke mezin rabin. Hem ji bo xwe hem jî ji bo civakê tedbîrên xweparastinê bigirin. Di rewşeke bi vî rengî de ciwanên Kurd ya divê bibin endamên hêzên xweparastinê, yan djî derkevin serê çiyê û bibin gerîla.”
Kalkan bi vê wesîleyê bang li keç û xortên Kurd kir ku li dijî komkujiyan, ji bo pêkanîna azadiya gelê Kurd berê xwe bidin refên gerîla.
‘Dagirkirina Rojava nayê qebûl kirin’
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bal kişand ser êrîşa dagirkeriyê ya artêşa Tirk, ku ketiye nava axa Rojavayê Kurdistanê û got, “Ev rewşeke nû ye. Girîng e her kes li ber vê hewldana dagirkeriyê rabin. Dagirkirina Cerablûsê, xaka Rojavayê Kurdistanê û axa Sûriyeyê ne ya qebûlkirinê ye. Yên li ber vê dagirkeriyê ranebin, ew hevparê wê ne. Yên niha li Cerablûsê ne, civatek ji bermayînên çeteyên AKP û TC’ê ne. Heta niha ti şer li herêmê neqewimî, nehat dîtin. Şer li aliyekî, leşkerên Tirk û endamên ‘artêşa azad’ ên ketin nava Cerablûsê, endamekî DAIŞ‘ê jî nedîtin. Ka digotin Cerablûs qaşo qeleha DAIŞ’ê bû.”
Kalkan da xuyakirin, ku li Cerablûsê ti operasyon nehatiye meşandin û got, “Dest guhertin. Bi DAIŞ‘ê re li hev kirin û DAIŞ’ê Cerablûs radestî artêşa Tirk kir, xwe jî vekişand.”
Kalkan da zanîn, vê rewş jî jî bi rengekî vekirî raxistiye pêş çavan ku AKP-TC û DAIŞ yek in.
‘Wê Kurd hemû berê xwe bidin Rojava’
Kalkan li ser gef û zêdegaviyên dewleta Tirk ên li gelên Rojava tên xwarin, ev nirxandin kir: “Gef li gelên Rojava tê xwarin. Dibêjin ‘em ê biçin filan cihî, bêvan cihî, em ê dagirkeriyê mezin bikin’. Divê artêşa Tirk jî, dewleta Tirk jî zêdegaviyê neke, bi aqilane tevbigere. Eger rêveberiya demokratîk a Rojava bixwaze, wê Kurd hemû biherikin Rojava. Ji Bakur heta Başûr, heta Rojhilat wê hemû siyaseta Kurd biherike Rojava. Hingî wê mafê HPG û YJA Starê jî hebe dest lê werde. Divê kese nebêje, gel û gerîlayên Kurd li pêşberî banga rêveberiya Rojava bêdeng bimînin.”
Kalkan bibîr xist, ku hem di dema berxwedana Kobanê hem jî piştî berxwedana Kobanê ev rewş hatiye dîtin.
‘Sînor ji holê rabûye’
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan da xuyakirin, ku ji 24’ê Tebaxa 2016’an û pê ve rewşa şerê li Sûriyeyê êdî guheriye û wiha dewam kir: “Sînorê navbera Tirkiye û Sûriyeyê êdî ji holê rabûye. Divê her kes vê bibîne. Derbasbûna ji sînor, nabe tenê karê artêşa Tirk be. Eger artêşa Tirk derbas bibe, hingî her şêwe hêza leşkerî dikare derbas bibe; Îran jî, Urdun jî, Îsraîl jî dikarin derbas bibin. PDK jî, HPG jî dikarin derbas bibin. “
Kalkan hişyarî da, ku şerê li Sûriyeyê dikare dijwartir bibe û got, “Polîtîkayên DYA û Rûsya ne rewşeke ku mirov li Rojhilata Navîn pê bawer bin, ne ew polîtîka ne ku mirov pişta xwe bispêrin wan. Lewma şerê li Sûriyeyê dibe ku bişide û Iraq û Sûriyeyê jî bigire nava xwe. Xeteriyeke bi vî rengî heye. Vê destwerdanê hem DAIŞ xurt kiriye, hem jî şerê Sûriyeyê berfireh kiriye.”
‘Rewşa Mesûd Barzanî’
Li ser serdana Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî ya Tirkiyeyê, ku beriya destpêkirina dagirkirina Cerablûsê çû Enqereyê, Dûran Kalkan got, “Bi rastî jî rewşeke îronîk e. Mirov nizanin çi bêjin. Rewşeke ku dilê mirovan pê dişewite. Xuya ye xwestine, di dema destwerdana leşkerî ya li Rojavayê Kurdistanê de Mesûd Barzanî li Enqereyê, li cem xwe bibînin. Dixwaze bêje ‘Kurd li pişt min e, li cem min e’.” Kalkan da xuyakirin, ku diviyabû rêveberiya PDK’ê xwe nexistibûya nava vê rewşê.
Kalkan bal kişand ser rê û rêbazên pêşwazîkirina Barzanî û got, “Di hevdîtiya beriya vê de, ala Başûrê Kurdistanê danîbûn paşê, lê vê carê ew jî tinebû. Li ber du alên Tirkan bi destê Erdogan girt û pê re axivî. Erdogan Barzanî ji xwe dihesibîne, weke Tirkekî dibîne. Dibêje ‘Tu dikare li ber ala Tirkan bisekine’. Weke vîneke din qebûl nake; vîna Başûrê Kurdistanê û Iraqê nas nake. Tercîha Barzanî bi xwe ye, ku xwe xistiye nava rewşeke bi vî rengî. Lê belê ev tercîh nebaş e û şaş e. Me heta niha ji dil û bi biratî jê re got, ku ev şaş e. Lê belê timî li pişt gotinên me li niyeteke din geriyan. Helwesta me hê jî heman helwest e.”
NAVENDA NÛÇEYAN