Li cîhana me, bi sedsalan ji bo petrol, komir û madenan şerên mezin hatin kirin û hê jî bi awayekî ji awayan didome. Lê niha dinya me bi enerjiyên nû hesiya. Ev enerjî jî weke enerjiya kesk tê binavkirin. Ev enerjiya roj û bayê ye. Lê yekdestdarên sermaye û enerjiyan ji bo berjewendiyên xwe rê nadin pêşketin û enerjiyên nû yên bi kêra civakan û xwezayê tên. Li Efrîkayê bi dehan kesayetên naskirî xwestin enerjiya paşerojê ya Efrîkayê enerjiya kesk be. Gelek kesayetên naskirî yên li Efrîkayê li rojnameya Le Monde belavokeke hevpar weşandin û têkildarî enerjiya ji komirê ya li Efrîkayê hişyar kirin û bi bîr xistin ku Efrîka di enerjiya tavê de zêdeyî nîvê potansiyela tevahiya cîhanê ye. Di belavokê de weha tê gotin, “Mehên dawî bi kêmbûna buhayê petrolê re li Efrîkayê ji bo çareserkirina pirsgirêka enerjiyê, enerjiyên fosîl ên petrol û komirê ku atmosferê gemarî dikin, hatine pêşkêşkirin. Halî hazir ji sedî 75 pêwîstiya elektrîkê ya parzemînê ji çavkaniyên fosîlê tê bidestxistin. Hin kes bangeşe dikin û dibêjin hilberîna elektrîkê ya ji petrol û komirê gelekî erzan e, û bi vî awayî pêşî li bikaranîn çavkaniyên enerjiya kesk mîna rojê digirin û lê ji bîr dikin ku ji bo demeke dirêj wê ev parzemînê bixe zehmetiyê. Ya rastî enerjiya kesk ji bo her kesî dikare bi erzanî were bidestxistin. Enerjiya xwe nû dike şert e. Ji ber ku enerjiya ji petrol û komirê dibe sedem germa global zêde bibe. NAVENDA NÛÇEYAN