SOLÎN REŞÎD / ANHA/HELEB
Li herêmên Sûriyê yên cuda ji bo rêgirtina li pêşiya belavbûna şewba ji ber vîrusa koronayê, qedexeya derketina derve hate ferzkirin. Vê biryarê jiyana şêniyan a rojane guhert.
Komeke şêwekar, wênesaz û hunermendên endamên Kombûna Çandî ya Helebê, projeyeke hunerî bi navê Efrîn Art bi pêş xist. Ew proje ji 27 şêwekaran pêk tê. Bi rêya dezgehên medyaya civakî xwe digihînin hev. Hunermend bi vê projeyê dixwazin behreyên xwe bi pêş bixin û tecrûbeyên xwe bi hev re parve bikin.
Di projeyê de her hunermendek di odeyeke mala xwe de wêneyekî têra dîwarê odeyê xêz dike. Piştre bi rêya sepanên li ser înternetê nêrînên hevdu digirin û tecrûbeya xwe parve dikin. Semînerên hunerî didin.
Wênesaz Royar Bekir berpirsa komîteya Efrîn Art dibêje, projeyê ev du meh in dest pê kiriye, yanî piştî ferzkirina qedexeya derketina derve, li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê. Royar dibêje, hunermend ji vê projeyê razî ne. Proje wê di dema qedexeyê de dewam bike û derfeta vekirina pêşangehekê ji bo nîşandana wan tabloyan piştî bidawîbûna qedexeyê, wê bê minaqeşekirin.