
Piştî êrîşên Artêşa Tirk ên li dijî dengê Avrîn FM a li kantona Efrînê, weşana radyoyê rawestiyabû; niha careke din Avrîn FM´ê dest bi weşana xwe kir.
Ji ber êrîşa Artêşa Tirk a li dijî navenda Dengê Avrîn FM´ê weşana radyoyê rawestiya. Tevî ku weşana radyoyê rawestiya jî xebatkarên dengê Avrîn FM´ê kar û xebatên xwe dewam dikirin û xebatên temîrkirinê dimeşandin. Piştî demekê, careke din Radyoya Dengê Avrîn FM´ê dest bi weşanê kir û dengê gelê Efrînê û herêmên Şehbayê ji cîhanê re radigihîne. Xebatkarên radyoyê cihê nû amade kirin û li ser pêla nû 102,5 dest bi weşanê kir. Radyoyê berê li ser pêla 93,00 weşan dikir.
ANHA / EFRÎN