YPG`ê diyar kir ku di encama çalakiyên hêzên wan li Efrînê de, leşkerê Tirk ê bi navê Alî Okar û çeteyek hate kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê derbarî çalakiyên şervanên YPG`ê li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe ya fermî weşand. YPG`ê derbarê çalakiyan ev agahî parve kirin:“Di roja 25’ê Îlonê de yekîneyek me li navenda bajarê Efrînê li hember leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sûîkastê pêk anîn. Di encama çalakiyê de leşkerê Tirk ê bi navê Alî Okar hate kuştin.

26’ê Îlonê yekîneyek me li hember çeteyên koma bi navê Ehrar Şerqiye, li ser rêya gundê Goliya ya navçeya Raco çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de çeteyek hate kuştin û çeka wî hate desteserkirin.”

 

  EFRÎN