Kanton li benda alîkariya Şaredariyen Bakurê Kurdistanê û razemeniya welatparêzan e.Seroka Heyeta Rêveberiyên Herêmî Nûrşan Husên xebatên xwe yên heta niha kurteber kir û diyar kir ku ji bo ew projeyên xwe di dema xwe de biqedînin û xebatên ji bo ji nû ve avakirina bajêr bimeşînin, li benda alîkariya Şaredariyên Bakurê Kurdistanê ne.

Pêwistî bi maşîneyan heye

Husên da xuyakirin ku wan dest bi hemû projeyên xwe yên di bin sîwana Şaredariya Efrînê de kirine, lê belê ji ber kêmaniya maşînên kar xebatên wan gelekî giran dimeşe.
Husên di vê der barê de ev agahî da: "Di destê me de grayderek, dozerek, çend maşînên xurde, kamyonên ne temam ên ji bo barkirina xîzê hene. Ji bilî van ti maşînên me yên kar nîne. Bêguman ev jî rûyê rast ê rejîma Baasê nîşan dide. Derdikeve holê ku tevî nekirina xizmetê, maşînên kar jî nedaye herêma me. Em jî bi maşînên di destê xwe de carna hewl didin li hala zebze fêkî, carna li otogarê carna jî di paqijkirina sergoyê bajêr de dixebitin. Ji ber vê yekê karê me gelekî giran dimeşe. Ji bo me projeya herî girîng rêyên gund û nahiyeyane. Ji ber tinebûna maşînên kar em nikarin vê bikin."

Pêwistî bi alîkariyê heye

Nûrsan Husên diyar kir ku bi dest, bêr û bivir be jî ewê xebatên xwe bê navber dewam bikin ji bo projeyên xwe biqedîne.
Li gel vê yekê balê dikşîne ser girîngiya piştevaniya şaredariyên Bakurê Kurdistanê ku karibe bi lez û bez xizmetan bigihijîne gel û ev xal destnîşan kir: "Şaredariyên me yên li Bakurê Kurdistanê dikarin di vî warî e alîkariyê bidin me. Di qanûnên navneteweyî de qanûna îlankirina şaredariya bira heye. Her şaredariyeke me ya li bakurê Kurdistanê dikare şaredariyeke me weke şaredariya bira îlan bike. Piştî ku weke şaredariya bira îlan kir, dikare maşînên xwe yên kar ên zêde yan jî yên zêde bikar nîne, ji bo em xizmetên xwe temam bikin, ji me re bişînin. Di vî warî de bendewariyên me hene."

Bang li karsazan
Seroka Heyeta Rêveberiyên Herêmî ya Kantona Efrînê ya Xweser Husên balê dikşîne ser derfetên razemenî û kar ên li kantonê jî. Husên diyar kir ku li Kantona Efrînê gelek qadên ciddî yên razemeniyê hatine vekirin û bi "têgihiştina xebatên avakirina xweserî û welatekî tê meşandin" bang li karsazên Bakur, Başûr Rojhilat û welatparêzên li derveyî welat kir ku bê kantona wan û karê xwe bidin rûniştandin.
Husên da zanîn ku ji çavkaniyên avê heta avahîçêkirinê û pişesaziyê gelek derfetên razemeniyê afirîne û got, "Efrîn ji nû ve tê avakirin. Li her deverê xebatên înşaetê hene û kapasîteya berhemên sewalî zêde ye. Ev yek jî nîşan dide ku li vê qadê razemeniyeke ciddî dikare bê kirin. Mînak, hilberîna zeytûn, ava hinar, goşt, şîr, mast gelekî zêde ye, lê ti razemenî nîne."



SEYIT EVRAN/ANF/EFRÎN