Xelkê Efrînê xwe bi rêxistin kiriye û dibêje:“Em ê Efrînê rizgar bikin. Efrîn wê ji dewleta Tirk re nemîne.”

HÎVDA HEBÛN / ANHA/ŞEHBA

Hesen Koçer:Berxwedana gelê Efrînê ji bo vegera li Efrînê ye.Gelê Efrînê konferansa xwe pêk anî û biryar da ku Efrînê rizgar bike. Biryardariya me zelal e. Efrîn wê ji dewleta Tirk û çeteyên wê re nemîne.

Endamê TEV-DEM’ê Hesen Koçer li ser salvegera dagirkirina Efrînê, gefên dewleta Tirk, rola hêzên navneteweyî û qonaxa duyemîn a berxwedana gelê Efrînê peyivî.

Hesen Koçer diyar kir ku, armanc ji êrişa li ser Efrînê tasfiyekirina sîstema demokratîk û aramiyê bû û got, “Ji xwe li gorî dewleta Tirk li ku derê Kurdek hebe divê bê tinekirin. Roja destpêkê bi 72 balafiran êrişî Efrînê kir.Komkujiyeke mezin li gelê Efrînê kir. Gelek sivîl, jin, zarok, extiyar şehîd bûn.Ji ber berjewendiyên aborî û siyasî hêz û dewletên navneteweyî li hemberî dewleta Tirk helwest nîşan nedan.Bi vî rengî gelê Efrînê û şervanên wê bi tenê man. 58 rojan bi xurtî li ber xwe dan”

Miletekî birêxistinkirî ye

Koçer bal kişand ser zor û zehmetiyên li herêma Şehbayê jî û got, “Destpêkê herêmeke teng bû û saziyên navneteweyî alîkarî nedan. Bi alîkariya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û gelên Bakurê Sûriyeyê, bersiv ji pêwîstiyên gelê Efrînê re hate dayin. Ya herî girîng jî, gelê Efrînê xwedî çanda birêxistinkirî ye. Xwe li vir jî bi rêxistin kir, komun û meclîsên xwe ava kir.Gelê Şehbayê jî bi xurtî xwedî li Efrîniyan derket. Deriyê malên xwe li wan vekir û di avakirina kampan de jî rêveberiya Şehbayê alîkariyeke mezin da.

Wan bi kar bînin

Endamê TEV-DEM’ê Hesen Koçer li ser çeteyên bi dewleta Tirk re tevdigerin jî  got, “Ew difikirin ku dewleta Tirk wê hin herêmên Sûriyeyê radestî wan bike. Çeteyên ku destek dan dewleta Tirk û êrişî Efrînê û deverên din ên Sûriyeyê kirin, wê poşman bibin, ji ber ku dewleta Tirk wan dixapîne. Ya rast, ti şensê Îslamiyeta tund, xeta Îhvanî Muslim li Rojhilata Navîn nemaye. Pêwîste ew vê yekê fêhm bikin. Dawiya wan hemûyan ya mirin e, ya jî tasfiye ye.”

Emê Efrînê rizgar bikin

Hesen Koçer di dawî de got,”Berxwedana gelê Efrînê ji bo vegera li Efrînê ye. Gelê Efrînê konferansa xwe pêk anî û biryar da ku Efrînê rizgar bike. Ji bo vê dixebite û têdikoşe. Xwe ji bo vê armancê bi rêxistin kiriye û biryara wan jî ev e; Em ê Efrînê rizgar bikin. Efrîn wê ji dewleta Tirk re nemîne.”