Efrîn ji we re namîne!
Bozan Tekîn: Dema em çûn me îcazet ji kesî negirt, em ne ji ber zextên kesî jî ji Şengalê vedikêşin. Deriyên çiya nînin. Kengî lazim bibe, em ê dîsa biçin Şengalê.
Endamê Komîteya Rêveber yê PKK’ê Bozan Tekîn ji Radyoya Dengê Welat re axivî û ji bo Berxwedana Serdemê got, „Dagirker wê hê gelek cenazeyên xwe ji kolanên Efrînê berhev bikin.“ Derbarê vekişîna gerîllayên HPG û YJA-STAR’ê ya ji Şengalê jî Tekîn wiha axivî, “Dema em çûn me îcazet ji kesî negirt, em ne ji ber zextên kesî jî ji Şengalê vedikêşin. Deriyên çiya nînin. Kengî lazim bibe, em ê dîsa biçin Şengalê.”
Derbarê Berxwedana Serdemê de Tekîn got, Efrîn dilê Kurdistanê ye û ji dagirkeran re namîne. Di dewama axaftina xwe de Tekîn, bal kişand ser karakterê Şerê Cihanê yê Sêyemîn û taybetmendiya şerê Sûriyeyê û got, “Van 5-6 salên dawî, navenda Şerê Cihanê yê Sêyemîn, Rojhilata Navîn e; bi taybet jî Sûriye, Kurdistan e. Pirr bajar bûn xirbe, gelek bajaran du-sê caran dest guhert. Mînak, Minbic. Berê rejîma Baas lê hakim bû. Piştre çeteyên ‘Artêşa Azad’ lê hakim bûn. Dûvre çeteyên El Nûsra serwer bûn. Piştre çeteyên DAIŞ´ê. Di pey wan re, çeteyê Tayyip Erdogan lê serwer bûn. Di dawiyê de DAIŞ bû. Tê zanîn ku YPG û YPJ’ê ew hem ji DAIŞ’ê û hem jî ji Tayyip Erdogan, ku tifaqên hev bûn, rizgar kir. Em dizanin ku yên li wê derê şer koordîne dikirin, çeteyên girêdayî dewleta Tirk bûn. Ragihandina Tirk û çeteyên wan ketina Efrînê ya niha wekî serketineke mezin radigihînin. Divê mirov ji wan çeteyan bipirse, we çend bajar girtin û berdan? Ma Efrîn wê ji we re bimîne? Di Şerê Cihanê yê Yekemîn de welatan jî dest guherand.”
Wê hê gelek cenazeyên xwe berhev bikin
Tekîn bang li gel jî kir, ji bo ku nexape bi derewên ragihandina Tirk û wiha axivî: „Dixwazin bibêjin, va ye, me YPG têk bir. Lê ew her roj cenazeyên xwe ji kolanên Efrînê berhev dikin û ew ê hê gelek cenazeyên xwe berhev bikin.”
Efrîn wê rizgar bibe
Tekîn, li ser terz û taktîkên gerîlla yên ku li Efrînê tên meşandin jî got, „Efrîn wê rizgar bibe, ji ber vê bawerî û rastiyê ye ku gelê Efrînê ji Efrînê dûr neketiye. Divê kes moralê xwe xirab neke, şerê taybet yê ku tê kirin divê ciddî neyê girtin.“
Deriyê çiya tine ne
Ji bo vekişîna gerîla ya ji Şengalê jî, Tekîn çûyîna gerîlla ya Derwêşane bi bîr xist û got, “Gerîla bi rola xwe ya dîrokî rabû. Pêşî li qirkirin û fermanê girt û bi serbilindî vekişiya. Li ser vekişînê dagirkeriya Tirk ji xwe re parê derdixe. Ne rast e. Dema em çûne Şengalê, me ji kesî îcaze negirt û em bi zext û zora kesî jî Şengalê derneketin. Rastî ev e. Pewîst bike, deriyê çiya tinene. Bi qasî em dizanin deriyê Çiyayê Şengalê jî tine ne. Kengî pêwîst be, em ê dîsa biçin Şengalê. Ew qasî zelal e.”
Wê têkoşîna me xurt bibe
Tekîn, berxwedana dîlên azadiyê jî nirxand û Sefer Çagli yê ku 21’ê Adarê di Girtîgeha Tîpa F ya Wanê de ji bo şermezarkirina dagirkerina Efrînê agir berda bedena xwe bi bîr anî. Ji bo zextên faşîzan yên li ser girtiyan jî Tekîn got, “Wê têkoşîna me geş bibe. Girêdayî wê, faşîstên ku êrişên giran tînin û li hemberî wê jî wê têkoşîna me xurt bibe. Ji bo wê jî divê têkoşîna me rêxistinî, dewlemend û berdewam be .” Tekîn wiha dawî li nirxandinên xwe anî: “Şev çi qas tarî bin jî nikarin pêşiya hilatina rojê bigirin. Ji bo me jî her ku diçe derfetên berxwedan û serketinê zêde dibin. Em ê jî bi awayê herî baş wan derfetan bi kar bînin.”
NAVENDA NÛÇEYAN