Di çalakiyeke Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ya li dijî çeteyên ser bi dewleta Tirk ên li Etme de 5 çete hatin kuştin. Odeyê got, Efrîn sebir bike, tolhildan tê.

Dagirkerên li Efrînê bi berxwedaneke dijwar re rûbirû ne ku bîhnê li wan diçikîne. Ji bilî YPG´ê, Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê jî bi çalakiyên xwe îsbat dike ku dagirkeriya dewleta Tirk wê dewam neke. Di çalakiyeke li Etmê ya Odeya Xezeba Zeytûnê de 5 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin. Odeyê di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê de got, “Em li hemû deveran in. Ji ber vê yekê jî em soz didin her kesê ku destê wan di dagirkeriya Efrînê de heye û mal û milkên gel talan kirine dê berdêlên giran bidin. Wekî ku me soz da we, tiştên tên girantir in. Efrîn, sebir bike, tohildan tê.”

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyekê dest nîşan kir ku hêzên wan li Etme ya girêdayî parêzgeha Idlibê, çalakî pêk aniye. Di encamê de 5 çeteyên Feyleq El-Şamê yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên wan li dijî çeteyên Feyleq El-Şam çalakiyek kirine.

Odeya Çalakiyan got:”Hêzên me di 16`ê Tîrmehê de li dijî çeteyên Feyleq El-Şam li herêma Etme ya girêdayî parêzgeha Idlibê çalakî pêk anî û di encama wê de depoya cebilxaneyê û kargeha boyaxê hatin teqandin, û 5 çete hatin kuştin 6 jî birîndar bûn. Her wiha gelek zerarên madî çêbûn.’’

Xezebeke giran wê bê

Li ser hesabdayînê jî Odeya Çalakiyan got: “Em tekez dikin ku her kesê ku destê wan di dagirkeriya Efrînê de heye, wê hesabê mezin ji wan were standin. Dewleta Tirk a dagirker nikare wan biparêze. Pêwîst e ji Efrînê derkevin. Hetanî ku gelê Efrînê koçber be, wê yek ji çeteyan di malên xwe de rehet rûnene. Em li hemû deveran in. Ji ber vê yekê jî em soz didin her kesê ku destê wan di dagirkeriya Efrînê de heye û mal û milkên gel talan kirine dê berdêlên giran bidin. Wekî ku me soz da we, tiştên tên girantir in. Efrîn, sebir bike, tohildan tê.”

EFRÎN