Artêşa dewleta Tirk êrişên xwe yên li dijî heremên Rojava dewam dike. Piştî dagirkirina Cerablus û El Rayê, pîlanên AKP´ê yên avakirina heremeke tampon êdî diyar dibin. Ev herema ku dewleta Tirk bi alîkariya komên çete yên muxalefeta Şamê dixwaze ava bike, dê bi awayekî sîstematîk ji dewleta Sûriyeyê were veqetandin. Ji niha ve dewleta Tirk navên gund û bajarokên vê heremê diguherîne û navên Tirkî li wan dike. AKP´ê komên Tirkman yên çekdar li ser serê çeteyên muxalefeta Şamê dike berpirsyar û xwedî biryar. AKP li komên çete yên muxalefeta Şamê ku navê “artêşa azad” li xwe dikin, mîna xulam û kesên kirêkirî dinihêre, lewma ew wan cidî nagire û rêveberiya heremên dagirkirî naxe destê wan.

Niha hikûmeta AKP´ê hewl dide Rojava terorîze bike û çavên hêzên QSD bişikîne. Ew diyar dike ku artêşa dagirker ya Tirkan wê derbasî bajarên Minbic û El Babê bibe û ev yek wê bi hevkariya Emerîka û Rûsyayê pêk were. Medya Tirkan jî propagandaya vê planê dike. Lê rastî ne wiha ye. AKP nikare ji çarçoveya wê sêgoşeya teng (Cerablus, Izaz û El Ray) ya ku ew dixwaze bigre dest xwe, derkeve. Ev sêgoşe bi lihevkirinekê li gel DAIŞ´ê ji çeteyên tundraw ên cîhadîst hate valakirin û bêyî ku ti şer biqewime, artêşa Tirk û çeteyên kirêkirî yên muxalefeta Şamê derbasî nav bûn. Niha AKP hewl dide hemû şêweyên jiyan û rêveberiya xelkên vê heremê dewrî Tirkiyeyê bike. Ew îdîa dike ku pirraniya gelên li vê heremê dijîn, Tirkman in. Lewma, ew hewl dide demografî û rêveberiya vê heremê di zûtirîn demê de biguherîne û di demên pêş de dewrî heremeke ji heremên axa Tirkiyeyê bike. Jixwe, daxuyaniyên waliyê Dîlokê jî hebûn. Wî got, ev herema nû wê bi ser wilayeta Dîlokê ve bête kirin.

Hêzên QSD´ê bi paş ve venagerin û dê li rojavayê çemê Firatê bimînin. Kantonên Rojava dê bi hev ve bêtin girêdan. Kobanê û Efrîn wê bibin yek. Hedefa bêt ya QSD´ê wê bajarên El Bab, Mare û Efrîn bin. Emerîka ti soz nedane dewleta Tirk, wek çawa her roj medya AKP´ê û ya Ereb ya alîgira terorê dibêjin. Beriya çend rojan Nûnerê taybet ê Serokê DYE’yê Barack Obama, Brett McGurk li Kobanê bû. Wî hevdîtin bi berpirsên siyasî û eskerî yên Rojava re çêkirin û careke din hevbendiya DYE´yê ya bi QSD´ê re anî ziman. Wî got, Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê wê destekê bide hêzên QSD´ê da ku bajarên El Babê ji destê DAIŞ´ê rizgar bikin.

Di vê navberê de dewleta Tirk hemleya xwe ya siyasî û eskerî li dijî Rojava dewam dike. Ew hêzên muxalefeta nijadperest ya Şamê li dijî Rojava û QSD´ê sor dike. Bi riya amûrên ragihandinê hewl dide muxalefeta Şamê û derdorên wê yên medya Ereb li dijî Kurdan bixe pozisyona şer. Lewma em dibînin ku pirraniya medya Ereb, nivîskar û kesên muxalifên Esed, her roj li dijî Rojava, QSD û Kurdan bêbextî û derewan belav dikin û bixêrhatina dagirkeriya Tirkiyeyê dikin. Di nava van aliyan de ku dijminatiya Rojava dikin, ENKS jî heye. Beriya demekê serkêşekî ENKS´ê, xwefiroşê bi navê Fûad Elîko diyar kir ku ENKS dê “Pêşmergeyên Rojava” bişîne Cerablusê da ku ew li gel artêşa Tirkan û çeteyan din wê heremê biparêzin! Jixwe, artêşa AKP´ê êrişên xwe yên li dijî nuqteyên YPG´ê li hemû heremên Rojava dewam dike. Li gelek bajaran êriş birin ser gel û şervanên YPG´ê. Di van êrişan de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da û gelek jî birîndar bûn. Her wiha AKP´ê bi rêya çeteyên xwe li dijî taxên Kurdan li Helebê jî êrişên rojane pêk tîne. Bi riya DAIŞ´ê texrîbatan li nava bajarên Rojava pêk tîne. Herî dawî êrişeke xwekujî li bajarê Hesekê pêk hat, tê de 5 endamên Asayişê û sivîlekî jiyana xwe ji dest da. Ev hemû êriş û texrîbat karê AKP´ê û navenda şer ya li dijî Rojava ne. Her ku federaliya Rojava bêhtir bi gewde dibe û têkilyên wê bi welatên Ewrûpa û Emerîkayê re xurt dibin, êrişên AKP´ê û terorîstên hevkarên wê zêdetir dibin.

Di navbera Minbic û Efrînê de bi qasî 50 kîlometroyî mesafe mayê. El Bab wê ji DAIŞ´ê rizgar bibe û xeta Efrîn û Kobanê dê vebe. Hêzên QSD´ê dewrî hêzek profesyonel dibin û ew dimînin hevkarên sereke yên Koalîsyona Navnateweyî li dijî DAIŞ´ê ne. Pêkhateya Ereb her roj tevlîbûna wê ya nava siyaset û eskeriya Rojava zêdetir dibe. Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, berxwedan wê berdewam û xurtir bibe. Gelê Cerablûsê wê berxwedanê bike heta dawî li vê dagirkeriyê bê. Li Bakurê Kurdistanê jî HPG wê tola şehîdan hilîne û li nava kezeba makîna eskerî, îstîxbarat û çetewerî ya AKP´ê bide. Gelê Kurd ji bo rûmeta xwe qet serê xwe danayîne. AKP û çeteyên wê dê hesabê her dilopek xwîna li Rojava rijandî, bidin.