Li Bakurê Sûriyê xelk bi hemû pekhateyên xwe dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê şermazer kir.
Li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê doh li sê navendan xelk ji bo xwedî derketina li Efrînê daket meydanê. Li Kobanê, Tirbespî û Minbicê bi hezaran kes tevlî xwepêşandanê bûn û dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrîn û axa Sûriyeyê rûreş kir.
Xwepêşandana li Kobanê bi meşê dest pê kir û meş heta Meydana Aştiyê bû. Li Meydana Aştiyê beşdar axivîn. Pêşî li ser navê Kongreya Star, Peyman Aydin peyivî û got, dagriker li Efrînê ji bo ruh û reseniya Efrînê xera bikin dempografiya wê diguherînin, lê dawiya dawî kesên li ber xwe didin, wê bi ser kevin.
Baweriya me xurt e
Piştî wê, Mihemed El-Hemîd ê Efrînî axivî û malavahiya xelkê Kobanê kir ji bo ku destekê didin berxwedana Efrînê û got: ”Efrîn wê ji Erdogan re û çeteyên wî re bibe goristan. Baweriya me xurt e, û em timî dibêjin, Efrîn wê bi ser keve. Heta ku şervanek hebe û heta ku miletê Efrînê hebe, Efrîn wê rizgar bibe û gelê wê di demeke nêz de, li warê xwe vegere.“
Mitîng bi dirûşmên silavkirina berxwedana Efrînê û şermezarkirina dagirkeran bi dawî bû.
Kurd, Ereb û Suryan bi hev re
Li navçeya Tirbespiyê ya Qamişlo jî xwendakar û mamosteyên navçeyê bi meşekê kiryar û binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyeyê yên der heqê zarokên Efrînê de ku ji dibistanên xwe mehrûm hiştine, şermezar kirin.
Xelkê Tirbesbiyê, Kurd, Ereb û Suryan bi hev re tevî şagirt û mamosteyan xwepêşandan li dar xist. Xwepêşandana ku bi meşê dest pê kir, li ber Parka Şehîdên 12`ê Adarê veguherî mîtîngê.
Piştgirî dan berxwedana Efrînê
Şagirt û mamosteyan dirûşmên şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyeyê û kiryarên wê der heqê zarokên Efrînê de jî ku ji perwerdeyê mehrûm mane, berz kirin û gotin: “Efrînê ji dagirkeriyê rizgar bikin da ku xwendekar bixwînin.” Her wiha gel jî piştgirî da berxwedana Efrînê û gelê wê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê.
Meş li ber Parka Şehîdên 12`ê Adarê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de, bi navê pêkhateya Kurd Abdullrehîm Hiso û bi navê pêkhateya Ereb, Hisên El-Sadet axivîn. Di axaftinan de berxwedana gelê Efrînê û çalakiyên şervanên YPG û YPJ`ê li Efrînê hatin silavkirin.
Bajarê aştî û aramiyê bû
Li Minbicê jî xwepêşandan li meydana giştî ya bajêr hate lidarxistin. Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê, endam û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokrtîk û Partiya Sûriyeya Pêşerojê tev li xwepêşandanê bûn.
Hevseroka Meclisa Zagonsaz a Minbicê Sozan El-Hesen di xwepêşandinê de axivî û destnîşan kir ku ew kiryarên hovane yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê şermezar dikin û got Efrîn jî yek ji bajarên Sûriyeyê û bajarê aştî, aramî û biratiya gelan e. Sozan El-Hesen teqez kir ku gelê Minbicê helwêstên navdewletî derbarê kiryar û hovîtiya dagirkeran de li Efrînê şermezar dikin.
Li ser navê Meclisa Jinan jî Ibtîsam Abdulqadir destnîşan kir ku ew wek jinên bajarê Minbicê senaryoya li Efrînê ya ji kuştin, revandin, talankirin û revandina xewnên zarokan, şermezar dikin ku li Idlibê were dubarekirin.
Hemû cihan kor û kerr bûye
Ji aliyê xwe ve bi navê Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Îbrahîm El-Maşî diyar kir ku li beramberî kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê hemû cihan kor û kerr bûye, ti helwêstên xwe diyar nakin û bi vê bêdengiya xwe destekê didin dagirkan da ku kuştin û tecawizkirinê bidomînin.
Tirkan sînor ji terorê re vekir
El-Maşî destnîşan kir ku dewleta Tirk bi hinceta şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê bajarê Cerablus, Bab û Ezaz dagir kirin, bila dîrok baş zanibe ku Tirkan sînor ji terorê re vekir da ku derbasî Sûriyeyê bibin.
NAVENDA NÛÇEYAN