Di bin dirûşmeya ‘Em ê Efrînê bikin gora dewleta Tirk a dagirker’ de, bi hezaran şêniyên navçeya Raco daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kantona Efrîn û herêmên Şehbayê şermezar kirin.
Şervanên YPJ/YPG, Hêzên Asayîşê, HPC, HPC-Jin, Erka Xweparastinê, HêzênTrafîk, endamên saziyên civaka sivîl ên navçeyê, Partiya Yekîtiya Demokrat(PYD) û partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) tevlî meşê bûn. Meş ji ber Navenda Tenduristiyê ya navçeyê dest pê kir û li kolanên navçeyê dewam kir.
Her wiha gel bê navber dûrişmeyên şermezarkirina êrîşên artêşa Tirk a dagirker û silavkirina berxwedana şervanên YPJ/G`ê li hemberî êrîşan, beriz dikirin.
Meş li Qada Newrozê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de Endama Kongreya Star Selîhe Mihemed, Endamê Partiya Yekîtî Reşîd Cencelî, Fermandarê YPG`ê Rojhilat Efrîn û Rêveberê Meclîsa TEV-DEM`ê yê navçeya Raco Kemal Bekir, axîvin.
Axaftvanan êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kantona Efrîn û herêmên Şehbayê şermezar kirin û dan zanîn ku siyaseta Erdogan a sereke şêniyên herêmê û projeya Sîstema Fedraliyeta Demokratîk a Bakurê Sûriyê bike armanca êrîşên xwe.
Her wiha di nava axaftinan de bal li ser pêşketinên QSD`ê li bajar Reqayê hate kişandin û gotin ku pêngava Reqayê tirs xistiye nava AKP`ê.
Mîtîng bi dûrişmeyên “Bijî berxwedana YPJ/YPG û azadiya Ocalan” bi dawî bû.
EFRÎN