Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên ser bi wê ve li hêrama Şehba û Kantona didomin. Li dijî van êrîşan jî Hêzên Şoreşger bersivên giran didin çeteyan. Li aliyê din xwecihiyên herêmê ji bo parastinê xwe hînî bikaranîna çekan dikin.

Li gorî agahiyên nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku li bajarokê Marî û gundê Gilcebrîn bi cîh bûne, pêr bi şev gundê Eyn Deqnê û bajaroka Til Rifat topbaran kirin.

Nûçegihanan diyar kir ku artêşa dagirker û çeteyan topbarana xwe berfireh kirine û gundê Bîloniyê, Şêx Îsa, Semoqa û derdora pira Şehbayê jî, dane ber topan. Lê belê Hêzên Şoreşger jî yekser bersiva topbaranê dan. Li herêmê  şer di navbera herdu aliyan derket û di encamê de ziyanên mezin gihîştin artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê. Her wiha di encama topbarana çeteyan de ziyan gihîştin mal û milkên welatiyan.


Li Mabata xwe perwerde dikin

Di çarçoveya parastina Kantona Efrînê Hêzên Asayîşê û Hêzên Parastina Civakî(HPC) li ser daxwaza  şêniyên navçeya Mabata ya Efrînê, dewreyên perwerdeya li ser çekan organize kirin.

Destpêkirina dewreya perwerdê li ser çekan li gundê Şîtka ya navçeya Mabata bû. 25 kes tevlî perwerdeya bikaranîna çekan bûn û li gorî planê, wê hemû şêniyên gundên navçeyê li ser çekan perwerde bibînin.

Têkildarî mijarê jinên gundê Şîtka diyar kirin ku ew ê li hemberî hemû êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li berxwe bidin û pêwîst bike ew ê derbasî eniyên şer bibin û piştgiriya YPJ/G`ê bikin.

Hêvîn Zekeriya Mihemed dest nîşan kir ku rewşa kantonê û planên li ser tên kirin, pêwîst dike ku hemû pêkhateyên li herêmê fêrî bikaranîna çekê bibin.

 

Perwerdeyeke din li Efrînê

Di çarçoveya parastina Kantona Efrînê ji hemû êrîşan û girtina tedbîran, Endamên Desteya Bazirganî û Aborî xwe li ser çekan perwerde kirin.

Ji bo pêkanîna biryara perwerdeya li ser çekan ku gelê Kantona Efrînê di çarçoveya parastina kantonê di 10`ê Tîrmehê de derxistibûn, endamên saziyan, desteyan û gelê Efrînê dest bi perwerdeya li ser çekan û hunera şer, kirin.Bi insiyatîfa Desteya Ciwan û Werzîşê û bi hevkariya Desteya Parastinê re, bi dehan Endamên Desteya Bazirganiyê û Aborî li ber avahiya desteyê kom bûn û li ser çekan  perwerde  dîtin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN