765 şervanên Erka xweparastinê ku tevlî dewreya 7`an a Erka Xweparasrtinê bûbûn, piştî erka xwe ya ku 11 mehan pêk anîn, erka xwe bi dawî kirin. Bidawîkirina erka şervanan li Akademiya Şehîd Izet bi dawî bû.
Desteya Parastinê ya kantona Efrînê dewreya 7`an a Erka Xweparastinê ku bi beşdarbûna 765 ciwanan hatibû destpêkirin, bi merasîmekê bi dawî kir. Bidawîkirina dewreyê bi merasîmekê pêk hat.
Merasîmê bi rêzgirtina eskerî dest pê kir, paşê Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Efrînê Behcet Ebdo û Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a kantona Efrînê Remzî Şêxmûs axivîn.
Di axaftinan de, pêkanîna erka xweparastinê a şervanan li malbatan hat pîrozkirin û hat gotin, berxwedana Rojava bi giştî û berxwedana Efrînê û herêmên Şehba taybet ji cîhanê re nîşan da ku ew li Sûriyê wek hêzeke nayê paşguhkirin in û ev yek bi keda zarokên kantona Efrînê û Herêmên Şehba hatiye sepandin.
Di axaftinan de hat diyarkirin ku 6 şervanên dewreya 7`emîn di bersivdayîna li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Efrînê, şehîd bûne. Axaftvanan soza dilsoziya bi doza şehîdan da.
Ev dewre ya 7ʹan a hêzên erka xweparastinê ye ku bi dawî dibe.
Di 19`ê Gulana 2015`an de, qanûna Erka Xweparastinê li Kantona Efrînê hat bicihanîn. Heta niha 10 dewre hatine vekirin, ji van 7 dewre hatin bidawîkirin.
ANHA/EFRÎN