XANDÎ ELO / ANHA/ŞEHBA
Yekbûna şêniyên Efrînê û darên zeytûnê ji mêj ve ye. Ji bo wan êdî bûye pîşe û mîrasek. Tevî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Efrînê dagir kirin, lê efrîniyan dest ji çandina darên zeytûnê li her cihê lê dimînin bernedan.
Ji ber dagirkeriya dewleta Tirk zêdetirî 300 hezar sivîl ji Efrînê ber bi kantona Şehba û gundên girêdayî navçeya Şêrawa koçber bûn.
Malbatek ji şêniyên gundê Kefer Sefrê yê navçeya Cindirêsê li kantona Efrînê, piştî koçberiyê niha li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê dimîne. Ev malbat ji 40 salî ve di çandina darên zeytûnê de kar dike. Şitlên zeytûnê li gundê xwe çandine û li kantona Efrîn û parêzgehên Sûriyê yên din frotin e. Malbatê heta niha dest ji karê xwe bernedaye.
Malbatê li kantona Şehbayê carek din dest bi çandina darên zeytûnê kir. Malbatê destpêkê, kutikên darên zeytûnê di hingaran de diçîne. Piştî demekê dibin şitl. Rayên wê di axê de dirêj dibin. Ev delîl e ku şitl amade ne ji bo ku di nav axê de bêne çandin.
Ji du salan ve malbatê derdora 300 hezar şitlên zeytûnê çandine. Beşek jê li kantonê firotine. Beşek din jî li bakurê Sûriyê firotine.
Ehmed Henan (65) xwediyê vê projeyê, girêdana xwe bi zeytûnê rave kir û got: “Ji serdeman ve, herêma me bi çandina darên zeytûnê navdar e.
Şêniya bi navê Huriye Mihemed diyar dike ku ew çandina darên zeytûnê wek mîrasekê dihesbînin.