Bi sedan welatiyên gundê Meydan Ikbis ê navçeya Raco ya Kantona Efrînê di bin barana zêde û sermayê de, berê xwe dan sînor û çalakiya piştgiriyê lidar xistin.
Endamên Saziyên Civaka Sivîl, Yekîtiya Ciwanên Rojava, Saziya Malbatên Şehîdan û Komeleya Êzîdiyan tevlê çalakiyê bûn.
Çalakvan destpêkê bi meşê ji gundê Meydan Ekbest berê xwe dan sînor. Çalakvanan di meşê de al û sembolên kurdî hildan û bê navber heya gihiştin sînor bi druşmeyên xwe berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê û Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS), silav dikirin.
Dema ku meşvan gihiştin sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de, maşîneyên zirxî yên artêşa Tirk û endamên wan li sînor belav bûn. Leşkerekên Tirk ji bo çalakvanan bitirsîne gule berdan hewayê. Lê belê tu bandor li moralê çalakvanan nebû û çalakiya xwe dewam kirin.
Di çalakiyê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Meryem Henan axivî û binpêkirinên hikumeta AKP’ê şermezar kir. Henan got: “Artêşa Tirk bi mayîn û tankên xwe nikare me bitirsîne. Em ji vir qetilkirina hersê jinên şoreşger Pakîze, Fatma û Sêvê şermezar dikin û Hikumeta Erdoxan nalet dikin.”
Di dewama axaftina xwe de Henan îlankirin Rêveberiya Xweseriyê li bajarên Bakurê Kurdistanê pîroz kir û got: “Em bang li tevahî gelê Bakurê Kurdistanê dikin ku rabin ser piyan û xweseriyê biparêzin.”
Li ser navê Yekîtiya Ciwanên Rojava Endamê Rêveberiyê Serhed Efrîn axivî û berxwedana gelê Bakur silav kir. Efrîn ev anîn ziman: “Em ê bi hemû îmkanên xwe piştgiriya YPS’ê bikin.”
EFRÎN