Meşa ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şorşger û Tevgera Jinên Ciwan ên Şorşger hatibû organîzekirin, bi tevklîbûna Endamên Saziya Malbatên Şehîdan, Meclîsên gel ên taxan, sazî û dezgehên civakî yên sivîl û hezaran kesî ji sêkoşeya Raco ya Efrînê destpê kir. Meşvanan di diruşmeyên xwe de daxuyaniya barzanî şermezarkirin û jê xwestin ku lêborînê ji xelkên Rojava bixwaze. Meşvanan her wiha diruşmeyên ku berxwedana YPG/YPJ û rêveberiya demî silav dikin berz dikirin.
Di meşê de pankartên bi nivîsên “Malbatên şehîdan dê çawa lêborîna Barzanî qebûl bikin?”, “Koalîsyon partiyek Baas a nû ye. her kesê ku bi wan re di nava hevkariyê de ye bi xwîna şehîdanre îxanetê dike.”,”Şorşa Rojava Rastia El-Partî û Barzanî eşker kir.”  û “Vir Rojavaye ne ji mafê tu kesiye di çarenûsa wê de biaxive” vekiribûn.Her wiha alên YPG, YPJ, TEV-DEM û ciwanên şorşger hilgirtibûn, heta Meydana Azadî meşiyan. Li vir meş veguhezî mîtingê. Mîting bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Cîgirê Serokê Meclîsa Gel a Efrînê Behcet Berekat axivî û daxuyaniya Barzanî ya li dijî şorş Rojava şermezar kir û xebatên rêveberiya demî li xelkên Rojava pîroz kirin.
Di mîtingê de li ser navê Tevgera Ciwanên Şorşger û Saziyên civaka sivîl axaftin hatin kirin.di axaftinan de ji Barzanî hate xwestin ku lêborînê ji xelkên Rojava bixwaze.
Piştî axaftina cereke din meşvan bi diurşmeyan di nava kolan de geriyan û dawî li mesa xwe anîn.

EFRÎN