Ji nava van çîrokan a herî zêde tê naskirin jî destana evînê ya Derwêşê Evdî û Edûlê û çîroka lehengiya Derwêş e.
Li çiyayê Şengalê hê jî bi dehan, bi sedan çîrokên bi êş, bi hesret û lehengiyê hene, ku hê veşartî ne.
Li ser çiyayê gelek qubbe hene. Her qubbe jî ziyareteke ku bi navê şêxekî Êzîdî tê binavkirin.
Laleş, Şerfeddîn, Şêx Qasim û Çil Mêran bi tenê çend ji van tirb û qubbeyên pîroz in. Her tirb û qubbeya li ser xwedî çîrokeke cihê ye. Di nava van çîrokan de êş, kêfxweşî û lehengî hene. Piraniya tirb û qubbeyan i ser berxwedana yek an jî du kesan hatiye avakirin. Yek ji van tirb û qubbe li ser berxwedana Çil Kesan hatiye avakirin. Êzîdî ji vê re dibêjin Çil Mêran. Yanî Çil Leheng.
Ji Şengalê heta Dersimê tilsima çilî
Navê Çilan efsaneyeke mezin e. Efsaneyeke ku di Elewîtî, Sûnîtî, Êzîdîtî û her baweriyê de heye. Efsaneya herî baweriyê jî li gorî xwe tê vegotin. Li gorî her baweriyê, dema zarok ji dayik dibin, piştî çil rojî xêr tê belavkirin. Dema mirov dimirin, piştî çil rojan xêr tê belavkirin. Li Dersîmê çila û newala Çilan heye. Ji çiyayê ku di dema raperîna Dersîmê de mirovan xwe lê girtin çiyayê Çilan tê gotin. Ji newala ku jin, zarok, extiyaran koç kirin û çûn Erzînganê re dibêjin newala Çilan. Dibe ku çîroka vî navê Çilan gelekî kevntir e. Lê belê niha bi rola xwe ya di raperîna 38'an de tê bîranîn.
Û Çil Mêran ê çiyayê Şengalê
Efsaneya Çil Mêran a çiyayê Şengalê jî mîna efsaneyên hemû lehengên din e. Lê belê cudahiyeke xwe ya girîng heye. Ev çîroka Çil Mêran a li çiyayê Şengalê gelekî kevn e. Lê di heman demê de bûyereke lehengiyê ye ku di komkujiyeke demeke nêz de, qewimiye. Lehengiya Çil Mêran ne berxwedaneke ku Êzîdiyan ji bo xwe nîşan dane. Berxwedanek ji bo Ermeniyan hatiye nîşandan e. Ji xwe cudahiya wê jî ev e. Bi vî rengî qala çîroka Çil Mêran tê kirin; Di dema Sûltan Abdulhamît de qetilkirina Ermeniyan destpê dike. Komek ji Ermen ji bo xwe ji komkujiyê rizgar bike, dikeve ser rê. Piştî rêwîtiyeke dûrûdirêj, tî, birçî, perîşanî û xwe digihîne Şengalê. Civaka Êzîdî ya ku ev mirovên perîşan bûne dibîne, ji ber ku baş bi êşa fermanê dizane, li halê wan dipirse. Dûre van Ermeniyan vedihewîne û wan xwedî dike. Abdulhamît ê ku bi vê rewşê dihese, bi rêya nûnerê xwe yê li Bexdayê, Ermeniyên xwe li Êzîdiyên li Şengalê girtine, dixwaze. Rûspiyên Êzîdî ji nûnerê Abdulhamît ê li Bexdayê re dibêjin 'yên xwe li me girtine êdî ji me ne. Ne em wan didin kesî, ne jî kes dikare wan ji me bistînin'. Lê dizanin ku piştî vê bersivê Abdulhamît û nûnerê wî yê li Bexdayê wê vê yekê ji wan re nehêlin. Bawer in ku li ser vê bersivê wê artêş bi ser wan ve were. Lewma ji nava wan çil kesên herî şervan û wêrek derdikevin pêş û xwe digihînin ser vî girê weke Çil Mêran tê binavkirin. Piştî demeke kurt, artêşa Abdulhamît bi ser wan ve tê. Ev çil kes li ber xwe didin, şer dikin. Bi rojan li dijî vê artêşê şer dikin. Di dawiya dawî de her çil kes yek bi yek jiyana xwe ji dest didin. Lê Ermeniyan teslîm nakin û ew Ermenî li Şengalê dimînin.
Çil Mêran qet vala nema. Di herikîna dîrokê de, her ku fermanek bi ser Êzîdiyan re rabû, yekser berê xwe dan Çil Mêran. Piştî destwerdana DYA ya li Iraqê, wextekê hêzên DYA lê bi cih bûne. Çar amûrên fuzeyê li gir bi cih kirin. Berê her çaran jî li Mûsilê bû. Lê belê piştî demekê ev cihê pîroz ê Êzîdiyan terikandin û çûn. Girê Çil Mêran niha jî dagirtî ye. Lê vê carê Êzîdiyan xwe lê girtine. Bi qasî bîst malbatên ji komkujiya hov û barbarên DAIŞ'ê ya beriya du salan reviyan, xwe li Çil Mêran girtin. Ji ber ku girê herî bilind ê çiyayê Şengalê ye, gelekî sar, bi ba û berfê ye. Lê ev du sal in li wir dijîn. Ji ber ku cihekî din ê xwe lê bigire, nîne. Hebe jî ji ber ku naxwazin axa xwe biterikînin, li vî warê Çil Mêran bi cih bûne. Piraniya wan jin, zarok û extiyar in. Yek ji van extiyaran jî Sefer Mûrad e ku riya wî ya spî dirêj e. Emrê Sefer Mûrad ne kêmî 70 salî ye. Sefer Mûrad di destpêkê de qada efsaneya Çil Mêran kir. Qubbe nîşan da û got, bav û kalên me çêkirin. Ji bo ku em wan ji bîr nekin û mîna wan berxwedêr û leheng bin, çêkirin.
Hê gelek efsane heye
Çil Mêran bi tenê yek ji çîrokên lehengiyê, efsane û destanên li çiyayê Şengalê ye. Mîna Çil mêran hê gelek çîrok li çiyayê Şengalê hene. Cihekî ku bawermendên 73 caran ferman li wan rabûne, lê dijîn. Êzîdî îro hê jî êşa fermanê dikişînin. Lê belê mîna bav û kalên xwe ti carî dest ji berxwedanê bernadin. Lewma çiyayê Şengalê û ew êdî bûne yek.
SEYÎT EVRAN