Ada Lovelace bi nîşeyên li wergerê zêde kirî, hejmarên Bernoulli, bi mekî-neya Charles çawa tê hesabkirin, bi berfirehî vegot. Yanî Ada ‘bername-çêkera yekem’ a kompûteran e.
SÎBEL OZALP / JINNEWS / STENBOL
Ada Lovelace jinek bû ku her tim di navbera hest û mejiyê xwe de li çû û hatê bû. Ji hesabên sivik yên kompûterê wêdetir fikirî û zimanê bernameya yekem kifş kir. Ada bi vî awayî wek bernameçêkera kompûterê ya ewil dîrokê de cihê xwe girt û di jiyana xwe ya kurt de bû xwedî ked û destketiyên mezin di zanista kompûterê de.
Kontesa Lovelaceê, Augusta Ada Byron King, bi navê Ada Lovelace navdar bû. Ew matematîkvan û nivîskareke Ingilîz e. Di sedsala 19’an de ku destûr nedihat dayîn ku jin beşdarî minaqaşeyên zanistî bibin, di kovareke zanistî de li ser pergalên kompûterê, ew bû jina yekem a ku weşana akademîk kiriye. Di vê demê de ku jinan nikarî li ser zanistê tiştekî bikin, ji bo ‘jinbûna’ xwe diyar neke, nivîsên xwe bi îmzeya tîpên destpêka navê xwe ‘A.A.B’ (ji bo Augusta Ada Byron) weşandin. Ada di 10’ê Kanûna 1815’an de li Londonê weke keça helbestkarê Ingilîz, Lord Byron (George Gordon) û dayik Isabella Milbankeê ku bi hezkirina xwe ya matematîkê dihat zanîn, hat dinê. Ada hîna yek mehî bû dê û bavê wê dest ji hev berdidin û bavê wê 4 mehan paşê, Ingilîstanê bi cih dihêle. Bavê wê di 1853’an de li Yewnanistanê dimire. Adayê bavê xwe qet nedîtiye. Ada ji aliyê dayika wê ve tê mezinkirin.
Zarokatiyeke zehmet
Ada ya zarokatiya wê zehmet e, her tim nexweş dikeve. Serê Ada ya 8 salî bi şid û dijwar diêşe. Di Hezîrana 1829’an de bi nexweşiya sorikê dikeve û felc dibe. Ada heta salekê di nav nivînan de dimîne, lê xwe di warê matematîkê de bi pêş dixîne. Di 12 saliya xwe de biryarê dide ku bifire, di vê mijarê de dest bi lêkolînan dike.
Li Ingilîstanê heta sala 1832’an beşdariya jinan a minaqeşeyên zanistî qedexe bû. Wê demê jin çiqas perwerdekirî bin jî wek objeyeke navmalê ya malbatê dihatin dîtin. Adayê bi serketina xwe, ne tenê ji bo hingê, li tevahiya dîrokê navê xwe bi tîpên zêrîn nivîsî.
Di ser her tiştî re zanist
Ada di 20 saliya xwe de di 1835’an de bi William King re ku 10 salan jê mezintir bû, zewicî. Di 1838’an de hevjînê wê William bû ‘Kontê Lovelace’, Ada jî pê re bû ‘Kontesa Lovelace’. Ji wê tê ku dayîn li zarokên miqate bin û karê malê jî xizmetkar bikin; yanî ji bo wê zanist êdî di ser hertiştî re ye.
Efsûna hejmaran û Ada
Ada Lovelace, mucîdê ‘Mekîneya Ferq’ Charles Babbage nas dike. Ew bandorê li Ada dike bi zanîna xwe ya matematîkê. Li ser matematîk û mantiqê nîqaş û xebatên wan ên hevpar çêdibin. Hevaltiya tevahiya jiyana wan dewam dike. Charles ji ber jêhatîbûna wê nasnavê ‘jina efsûna hejmaran’ li Ada dike.
Destekvanê herî mezin ê Adayê, Charles bû. Charles li ser îcada xwe ya nû ya bi navê Mekîna Analîtîk (Analytîc Machine) dixebite. Ada nivîsa matematîkvanê Îtalyan Louis Menebrean ji Fransî wergerand Ingilîzî û şîroveyên xwe jî lê zêde kirin. Bi teşwîqa Charles sala 1843’an nivîs di kovareke zanistî de hat weşandin.
Yekem bernameçêker e
Ada bi nîşeyên li wergerê zêde kirî, hejmarên Bernoulli, bi mekîneya Charles çawa tê hesabkirin, bi berfirehî vegot. Ev rêbaza Adayê ji aliyê dîrokzanan ve weke yekemîn bernama kompûterê tê qebûlkirin. Yanî Ada ‘bernameçêkera yekem’ a kompûteran e.
Ada Lovelace di jiyana xwe ya kurt de piştgiriyeke mezin da zanista kompûterê û di 27’ê Mijdara 1852’an de ji ber pençeşêrê mir. Ew li rex bavê xwe yê qet nas nekirî, hat definkirin. Piştî mirina wê, navê bernameyên bi starta ISO ku Wezareta Bergiriyê ya DYE’yê di navbera 1977-1983’an de bi pêş xist, kirin Ada.
Di 2008’an ji bo xwendekarên jin ên zanista kompûterê li ser navê wê pêşbirkek tê destpêkirin. Navê Konferansa BCS Women Lovelace Colloquium ya salane jî ji Ada Lovelace tê. Ji ber xebatên Adayê, her sal roja sêşema duyemîn a Cotmehê, wek Roja Ada Lovelace (Ada Lovelace Day) tê bibîranîn.