HEYSEM MISLIM / ANHA/MINBIC
Beriya sê sala Bajarê Minbicê ji zilma çeteyên DAIŞ´ê hat rizgarkirin. Pêngava Rizgarkirina Minbicê bi pêşengiya fermandar Ebû Leyla 1’ê Hezîrana 2016’an dest pê kir û 75 rojan dewam kir. Bi rengekî fermî, roja 15’ê Tebaxê navenda bajêr ji aliyên hêzên YPG’ê-YPJ´ê û hêzên koalîsyonê yên navneteweyî ve hat rizgarkirin. Bi wesîleya salvegera sêyemîn a rizgarkirina bajarê Minbicê Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş peyivî. Derwîş ji bo sê salên bihûrî diyar kir, ku gelek gavên mezin hatine avêtin û got, “Di nava sê salan de hevgirtinek di nava pêkhatiyên bajarê Minbicê de çêbûye. Piştî ku bajar ji çeteyên DAÎŞ’ê hat rizgarkirin ku me bajar radestî meclîsa sivîl kir û heta niha jî karekî serketî dibe.”
Parastina bajêr girîng bû
Li ser rewşa bajêr û xizmeta sê salan Şervan Derwîş got:”Çawa ku rizgarkirin girîng bû, piştî wê parastina bajêr jî girîng bû. Hêza ku ji bo avakirina hêza me bû alîkar (YPG û YPJ) ji Minbicê vekişiya. Meclîsa me ji bo tinekirina DAÎŞ’ê li Reqa, Tebqa û Baxozê li kêleka QSD’ê şer kir. Piştî wê êdî qonax hat guhertin û gefên cuda cuda hatin ser bajarê Minbice. Çi ji aliyê Tirkiyeyê ve, çi jî ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve. Lewma me rêxistiniya xwe xurt kir li dijî êrişên DAÎŞ’ê û gefên dewleta Tirk.”
Ewlehiya Minbicê niha baş e
Ji bo nîqaşên der barê herêma ewle de jî Şervan Derwîş got, “Aramiya heyî ya Minbicê niha baş e. Mirov dikare bêje ku ew îdîayên Tirkiye dike ji bo rojhilatê Firatê hemû nerast in, lê ji bo şer bê astengkirin avakirina herêmek weke Minbicê wê baş be. Eger ew herêma ewle rê nede şer û koçberiyê hingî baş e. Lê dema ku bibe sedema şerekî nû û koçberiyeke nû em qet ne pê re ne.”